ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan, pêşnûme qanûnê amade dikin. Gergerlioglu, da zanîn ku ew armanc dikin ku rê li pêş ATK’ê bigirin ku bi tena serê xwe biryarê nede û wiha got: "Niha tê plankirin ku li Tirkiye 255 girtîgehen nû çêkin. Dê bi vê yekê re binpêkirin 255 qat zêde bibe."
Li gorî agahiyên ku Wezareta Dadê ji Komîsyona Girtîgehan a Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) re şandine, heta 15'ê Îlona 2018'an li Tirkiyeyê 449 girtîgeh hene û kapasîteya wan 211 hezar û 274 kes in. Li gorî daneyê Wezaretê li van girtîgehan 254 hezar girtî hene. Li gorî daneyên wezaretê 40 hezar girtî zêde li girtîgehan tên girtin. Her ku hêjmara girtiyan zêde dibe binpêkirina mafên girtiyan jî zêde dibe. Parlamenterê Kocaelî û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û tundiya li girtîgehan. Gergerlioglu, anî ziman ku ew pêşnûma qanûnê amade dikin.
Gergerlîoglu, diyar kir ku li hin girtîgehan 4-5 qat zêde girtî hene û wiha got: "Mînak li cihê 20 kes bimînin 45 kes tên girtin. Gelek girtî li erdê radizên. Ez rastî girtiyên gotin 'Ez bi mehan li ber deriyê tuwaletê razam' hatim. Pirsgirêka ava germ heye. Gelek girtî ji ber ava paqij û germ nadin wan bi gazinc in. Mînak li Girtîgeha Sêwasê av pir hindik e. Memûrekî înfazê yê girtîgehê ku naxwazim navê wî bidim got 'Av heye, lê li ser daxwaza mirûd em nikarin av bidin' Li welatekî ji bo em li malfên mirovan binerin, divê berî her tiştî em li girtîgehan binerin. Ji krîza aborî herî zêde sektora înşaatê ket bin bandora neyînî. Lê projeyên berdewam dikin tenê yên girtîgehan in. Niha tê plankirin ku 225 girtîgehên nû ava bikin. Yanî binpêkirina mafan dê 225 qat zêde bibe.
‘EM GILIYÊ TACÎZÊ DIGIRIN'
Gergerlîoglu, da zanîn ku her diçe bêtir serlêdanên gilî û binpêkirin û tacîzan distînin û wiha lê zêde kir: "Dixwazin girtî li ser piyan jimartinê bidin. Gelek girtiyên nexweş û felç hene. Di vê mijarê de gilî gelek zêde ne. Odeya bi sînger jî heye. Rêveberiya girtîgehan dibêjin ‘Em kesên pir bi hers dixin van odeyan'. Lê bi piranî li van odeyan li mirovan dixin. Giliyên ku li dijî girtiyên siyasî helwesta gardiyanan cuda ye zêde tên. Dema xizmên girtiyan diçin ziyareta girtiyên jin, rastî tacîz û îhlalên zayendî tên. Lêgerînên ku mirov ji ber şerm dikin dikin. Wexta hevditinê bi sînor dikin. Di hevdîtinan de tekmîlê li ser girtiyan ferz dikin. Bi armanca ceza bikin girtiyan sewqî cihê bir dûr dikin. Heta niha gelek girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan."
Gergerlîoglu, bal kişand ser rewşa girtiyen nexweş û wiha berdewam kir: "Girtiyên nexweş nayên dermankirin. herî dawî girtiyê nexweş ê pençeşêrê Mehmet Ozbir ku jiyana xwe ji dest da ji bo biçe nexweşxaneyê di sibat 2017'an de daxwazname da. Lê gardiyan destûr neda. Herî dawî di îlona 2017’an de çû nexweşxaneyê. Lê ji ber ku dereng çû nexweşxaneyê pençeşêr lê giran bû û destê wî jêkirin. Ozbîr piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da. Dîsa jinek ku di dema xwe de nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Gelek minakê vê yekê hene."
Gergerlîoglu, bal kişand ser rewşa rojnameger Metin Duran ê piştî demek dirêj hat berdan. Ji bo ku em rapora "Nikare li girtîgehê ji ATK'ê bistînin 5 mehan rawestiyan. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan em niha li ser "Pêşnûme qanûnê ya nû dixebitin Divê her tişt ne di destê ATK'ê de be. Divê nexweşxaneyên din jî xwedî biryar û vîn bin. Dive nexweşxaneyên Lekolînê jî karibin vê biryarê bidin. Niha ji bo raporê tenê ATK biryarê dide. Lê ev pêvajoyê pir dirêj dike.
750 SERLÊDANÊN ÎNTERNETÊ HENE
Gergerlîsoglu, destnîşan kir ku nêzî 750 kesan serî li wan daye. Ji sedî 80 der barê binpêkirina mafên girtiyan de ye. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, di vê mijarê de kar nake. Gelek serledan bê encam dimînin. Gelek gilî tên kirin. Gelek bûyerên giran tên ji mere. Ji van serlêdanan xuya dibe ku binpêkirina mafan li girtîgehan zêde ye. Li serlêdanan de li jina ducanî sîxurî ferz kirine. Heta niha 6 jinên ducanî hatin berdan, lê 15 jinên ducanî hêj girtî ne. Xizmên wan bi riya înternetê serlêdan kirine. Bi sedan dayik tevî zarokên xwe girtî ne. Niha 700 zarok li gel dayikên xwe girtî ne. Me ji bo jinên ducanî û dayikên ku zarokên wan heta 6 mehî serlêdan kir û serlêdanan dikin.
MA / Diren Yurtsever