ENQERE - Girtiya jin Sînem Oguz, a ji bo dadgehê ji Girtîgeha Bunyan-Kayweriyê anîn Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncan-Enqerê, di ketina girtîgehê de rastî lêdana gardiyenan hat. Oguz a derbarê bûyerê de rapora tenduristiyê girt û serlêdana sûc kir, rayedarên girtîgehê 27 roj cezayê hucreyê û 3 meh cezayê hevdîtinê li birîn.
Girtiya jin Sînem Oguz, ji bo beşdarî danişîna doza xwe ya di 9’ê Îlona 2018’an bê dîtin bibe, ji Girtîgeha Bunyan-Kayserî, anîn Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncan-Enqerê. Lê Oguz li gorî îfadeya dayî, di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî û darbên gardiyenan hat. Oguz di 10’ê Îlonê de, dema derket pêşberî dadgehê, lêdana gardiyenan li wê kirî vegot û şopên îşkenceyê yên li ser mil û stûyê xwe nîşanî şandeya dadgehê kir. Parêzerê Oguz Alîşan Şahîn jî, li ser rapora derbê ya li muwekîla wê girtî, serlêdana sûc kir.
HEM DERP KIRIN, HEM JÎ CEZA KIRIN
Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê, beyî ku li benda lêpirsîna dozger a derbarê serlêdana sûc bike de, bi hinceta “Li dijî lêgerînê derketiye” 3 meh cezayê hevdîtinê da Sînem Oguz. Rayedarên girtîgehê di heman demê de bi hinceta “Bi zanebûn erkdarên girtîgehê birîndar kirin” 20 roj û “Heqaret li erkdarên saziyê kirin û gef li wan xwarin jî” 7 roj cezayê hucreyê li Oguz birî. Di biryara hat dayîn de tenê îfadeyên gardiyenan hat esas girtin û rapora derbê ya Oguz qet nehat dîtin û nirxandin. Oguz, biryara raydarên girtîgehê îtîraz kir.
PRZ. ŞAHÎN: ÎNFAZEK BÊ DARAZE
Parêzerê Oguz Alîşan Şahîn, diyar kir ku ev biryar înfazek bê daraze û wiha got: “Îfadeyên gardiyenan û rapora tenduristiyê bi heman pênûsan hatine nivîsandin. Gelo ev çawan dibe, hemû jî heman tiştan dibêjin. Ev bûyer ne li gorî mafê mirovane û şikandina rûmetê ye. 6 gardiyan bi hevre girtiyekê derp dikin, lê ev weke derew tê nirxandin. Bersûcên êrîşî muwekila min kirin, divê bên darizandin û cezayê heq dikin li wan bê birîn. “
MA / Berîvan Altan