RIHA – Keyayê taxa Çîftlîk ya navçeya Bêrecûkê Emîn Ozturk bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin.
Keyayê taxa navçeya Bêrcûkê ya Rihayê Emîn Ozturk ê du roj berê hatibû binçavkirin, duh derxistin Edliyeya Bêrecûkê. Wêneyê Newrozê ku Ozturk kişandibû kirin sûc û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. Ozturk şandin Girtîgeha Jimara 2’yemîn a Tîpa T ya Rihayê.
Hat zanîn ku beriya niha Ozturk ji kar tê girtin, dest datînin ser mohra wî û piştî demekê peywîra wî lê vedigerînin.