WAN - Malbata Omer Çevîk ê HPG’î yê di encama êrîşa SÎHA ya li Çiyayên Amanosan de jiyana xwe ji dest da, 100 rojin li cezayê kurê xwe digerin. Dayik Nazîme Çevîk, diyar kir ku mînaka xwînê ya li Osmaniyê dan, bi tu cenazeyan re li hev nehat û got: “Dixwazin aqûbeta karê xwe zanibim.”
Cenazeyê Omer Çevîk (Karker Tolhildan) ê HPG’î yê di 11’ê Tîrmeha 2018’an de, bi 12 hevalên xwe re di êrîşa SÎHA ya li Çiyayên Amanosan de jiyana xwe ji dest dan, windaye û malbat 100 rojin hewl dide cenazeyê kurê xwe bibîn e. Malbatê, diyar kir ku mînaka xwînê ya li Osmaniyê dan, bi tu cenazeyan re li hev nehat û tenê dixwazin cenazeyê kurê xwe bigirin.
Malbata Çevîk, anî ziman ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê dane û got: “Dozger ji me re got cenazeyê kurê we ne li gel me ye.” Dayik Nazîme Çevîk jî, da zanîn ku ji bo cenazeyê kurê xwe bibînin serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî dan û wiha axivî: “Ez tenê dixwazim cenazeyê kurê xwe bibîn in.”
NE DINAVA 12 CENAZEYAN DEYE
Dayîk Çevîk, destnîşan kir ku serî li ATK’ê dan û wiha bilêv kir: “Piştî me mînaka xwîn da, mehek şûn de me cardin serî li Dozgeriya Osmaniye da. Dozger ji me re got cenazeyê kurê we ne dinava 12 cenazeyan deye û mîna xwînê ya we da jî bi tu cenazeyan re li hev nehatiye. Ger kurê me saxbe em dixwazin agahî ji me re were. Lê ger jiyana xwe ji dest da be jî, bila cenazeyê wî bidin me.”
'EM DIXWAZIN FERÎ AQÛBETA WÎ BIBIN'
Malbata Çevîk a serî li Şaxa ÎHD’a Wanê jî da, darbarê mijarê de ev tişt gotin: “Di 11’ê Tîrmehê de, hatibû ragihandin ku kurê me jiyana xwe ji dest daye, lê me di 17’ê Tîrmehê de ji çapemeniyê bihîst. Ji ber betlaneya cejnê, encex me karî di 27’ê Tîrmehê de, serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniye bidin. Ji me mîna xwîn girtin. Ji bo ku em fêrî encama mîna xwînê bibin me di 11’ê Îlonê de serlêdan kir. Serdozgeriya Osmaniyê ji me re got xwînê hev ne girtiye. Lê nûçeya mirina wî di çapemeniyê de hat ragihandin. Dibêjin cenazeyê Omer Çevîk li cihê bûyerê nehatiye dîtin. Em dixwazin cenazeyê me derbixin holê. Gel saxe yan jî jiyana xwe ji dest daye, em dixwazin bizanibin.”