ÎZMÎR - Tîmên tevgera taybet li Îzmirê bi ser gelek malan de girtin û di navde Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmirê Medine Kaymaz jî heye 13 kes binçav kirin.
Yekîneyên tîmên taybet duh serê sibê li Îzmir û navçeyên Îzmirê bi ser gelek malan de girtin. Polîs û tîmên taybet ku bi ser malan de girtin, li malan lêgerîn kirin û di encamê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz jî heye 13 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku kesên hatine binçavkirin, bi sedema di konferansa Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya 7'e Cotmehê de axivine hatine binçavkirin. Hat diyar kirin ku kesên hatine binçavkirin lêpirsîna wan bi dawî bûye û li bendê ye ku îro sewqî edliyê bên kirin.