ŞIRNEX - Li Silopiyayê erdê ku heqê wî milyonek lîre ye, bi 26 hezar lîreyî dan birayê rêveberê AKP'ê Huseyîn Taşkin, erdê heqê wî 500 hezar lîre ye bi 11 hezar û 500 lîreyî dan apê Serokê AKP'a Silopiyayê Fatîh Bîlen û erdê heqê wî 250 hezar lîre ye bi 6 hezar û 250 lîreyî dan Faysal Efe yê ku qeyûm ew xistiye kar.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Silopiyayê hat kirin, erdên aîdî şaredariyê bi erzanî û li gorî usûla bazarê bê zagon pêşkeşî rêveberên AKP'î û xizmên wan hatin kirin. Belgeyên vê pêşkeşkirinê derketin holê.
ERSAYA HEQÊ HEQÊ WÊ YÊ PIYASEYÊ MILYONEK E BI 26 HEZARAN HAT FIROTIN
2 donim û 235 metre erseya li nêz xeraca navçeyê û heqê wê yê piyaseyê milyonek tl ye, bi 26 hezar û 307 lîreyan dan birayê rêveberê AKP'a navçeyê Hasan Taşkin. Li bin vê yekê îmzeya qeyûm û Qeymeqamê Navçeyê yê berê Savaş Konak, Wekîlê Midûrê Nivîsgehê Huseyîn Tuncer û Wekîlê Midûrê Xizmeta Darayî Abdullah Ûşkûca heye.
3 DONIM Û 295 METRE JÎ FIROTIN APÊ SEROKÊ AKP'A NAVÇEYÊ
Li nêzî Îpekyolûyê 3 donim û 295 metre erse jî bi 11 hezar û 500 lîreyî firotin Tûran Bîlen ku tê diyarkirin apê Serokê AKP'a Navçeyê Fatîh Bîlen e. Li piyaseyê heqê vê erseyê herî kêm bi 500 hezar lîreyî ye. Hat hînbûn ku Wekîlê Şaredar Kemal Okten ku berê hat diyarkirin nelirêtî kiriye biryara vê yekê daye û li binî vê jî îmzeya Wekîlê Midûrê Nivîsgehê Huseyîn Tuncer û Wekîlê Midûrê Xizmeta Darayî Abdullah Ûşkûca heye.
735 metre erseyaa li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û Parka Ahmet Kaya ye jî bi 6 hezar û 250 lîreyî firotin ajovanê Midûrê Karên fenê Faysal Efeyê ku dema qeyûm hat tayînkirin ew girtin. Li piyaseyê heqê vê erseyê bi 250 hezar lîreyî ye. Hat hînbûn ku tenê Efe tev li îhaleya kirînê bûye û li bin vê îmzeya qeyûm û Qeymeqamê Navçeyê Sezer Işiktaş û Wekîlê Midûrê Nivîsgehê Huseyîn Tuncer û Wekîlê Midûrê Xizmeta Darayî Abdullah Ûşkûca heye.