Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin

  • rojane
  • 09:20 18 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED - Li gundê Çemê Elika û Xeraba yê Licê operasyona leşkerî 8 rojan domand. Gundiyan behsa vê yekê kirin û gotin: "Malên me bi kar anîn, heywanên me mirin, bi zorê alaya tirk daliqandin, dest danîn ser qûtên me û xwestin em koç bikin. Tu dibê qey xaka welatekî din fetih kirine." 

Li navçeya Licê û gundên wê ji sala 2015'an ve qedexeya derketina derve tê îlankirin û operasyonên leşkerî tên kirin. Lê belê hema bêje li gundên Çemê Elika û Xeraba jî her hefte operasyonên leşkerî tên kirin. Herî dawî operasyona û qedexeya derketina derve 8 rojan domand. Şêniyên van gundan behsa pêkanînên ku di dema qedexeyê û operasyonê de bi wan re rûberû man kirin. 
 
‘GER BÊ RAKIRIN EM Ê BIKUJIN' 
 
Di 4'ê Cotmehê de bi beşdarbûyîna bi sedan leşkerî operasyona leşkerî hat destpêkirin û heta 12'ê Cotmehê dewam kir. Dema operasyon destpêkirin leşkeran bi zorê alayên tirk li malan daliqandin û 24 saetan nobet girtin. Leşkeran ji bo vê yekê gef li gundiyan xwarin û gotin: "Wexta em hatin ger ev ala hatibin daliqandin an em ê we bigirin an jî wek bikujin û jê bikin." 
 
‘DÊ WE BIKUJIN' 
 
Welatiyên ku bi sewalvaniyê debara xwe dikin û ji ber îlankirina qedexeya derketina derve bençar man heywanên xwe di axuran de bihêlin, diyar kirin ku dema operasyon destpêkirin wan xwestiye heywanên xwe yên li derve bînin, lê belê leşkeran ji wan re gotiye "segvan hene, dê we bikujin" û ji ber vê gelek heywanên wan mirine. 
 
‘MALÊN WAN BI KAR ANÎN' 
 
Gundiyan, got leşkeran malên wan bi kar anîne û li GBT'ya hemû gundiyan nerîne. Gundiyan anî ziman ku di dema lêgerînê de leşkeran çekên lûledirêj spartiye serên wan û bi zorê li malên wan bi cih bûne. Gundiyan destnîşan kir ku leşkeran gef li wan xwariye û di dema mayînê de xwarina wan, çay û şekirên û qûtên wan xwariye. Gundiyan bi lêv kir ku leşkeran gelek amûrên wan jî texrîb kirine. 
 
Welatiyan, diyar kir ku ji ber operasyon dirêj ajot, li gund tiştên xwarinê qediyane. Gundiyan destnîşan kir ku leşkeran mala şînê ya gund bi kar aniye û 300 kîlo şekir û 5 kîlo çaya li mala şînê jî bi xwe re birine. 
 
‘BI KÊFÎ CEZA DIBIRIN' 
 
Gundiyan, da zanîn ku di dema operasyonê de rayedarên DEDAŞ'ê hatine gund û serê malê hezar û 500 lîre cezayê ceryanê birîne. Welatiyan, bilêv kir ku bi hinceta "ceryan qaçax e" ceza hatiye birşn, lê belê ceryana wan ne qaçax e û ev ceza bi awayekî kêfî hatine birîn. 
 
ŞIDET 
 
Her wiha gundiyan diyar kir ku di dema operasyona leşkerî de daristan şewitiye, 3 gundî hatine binçavkirin û wan birine Qereqola Cendirmeyan a Licê. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin li qereqolê hatine derbkirin. Piştî du rojan şûnde gundiyên hatin binçavkirin hatin berdan. Lê belê li ser dîwarên hin malan û piran nivîsên "Bozkurt burada", "JOH, POH" jî hatine nivîsandin. 
 
‘EM Ê KOÇ NEKIN' 
 
Şêniyên gund ku ji ber ewlehiyê nexwestin navên wan bên nivîsandin, diyar kirin ku leşker koçberiyê li wan ferz dikin û gotin: "Lê çi dikin bila bikin, ew ê koç nekin." 
 
Welatiyan destnîşan kir ku bi darê zorê alayên tirk li malên wan hatine daaliqandin û gotin: "Tu meseleyeke me bi alayê tune ye. Xwîna me jî di vê alayê de heye. Kalikên me jî li Çanakkaleyê şer kirin. Tu dibê qey axa welatekî din fetih kirine." Welatiyan anî ziman ku wan gelek operasyon dîtine, lê belê heta niha cara ewil ew operasyoneke wisa dibînin û gotin: "Zext û zorî kêm nebûne. Hîn jî didomin." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç 

Sernavên din

20/10/2018
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
09:15 Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN
19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe
11:51 Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane
11:51 ‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’
11:42 Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr
11:10 Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
10:51 Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
10:34 Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne
10:09 Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
10:02 Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin
09:23 ‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse'
09:22 Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
09:21 707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e
09:20 Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar!
09:20 Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin
09:19 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse
09:18 Colemêrgî: Gotina 'em ê qeyûm tayîn bikin' şantajeke siyasî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
07:46 Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir
17/10/2018
16:56 ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne
16:41 Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir
16:30 15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin
16:13 Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin
16:01 Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat
15:48 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
15:27 Sibê dê mutala Doza Nisêbînê bê xwestin
15:00 Temellî dê beşdarî danişîna doza Bekîr Kaya bibe
14:59 'Rêveberiyên Halkevlerî berdin'
14:47 ‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
14:33 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin
14:25 Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul
14:22 Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin
13:56 Îdianameya der barê rojnameger Kobulan de hat qebûlkirin
13:45 Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê
12:46 Katî Pîri malbata Demirtaş ziyaret kir
12:17 Eskerê Rihayî li Enqereyê li nobetê kuştî hat dîtin
12:02 Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan
11:45 Mele û muftî peyvirdarê çi ne?
11:41 Muxtarek li Riha hat binçavkirin
11:29 Mamosteyê nehat tayînkirin întîhar kir
11:28 Danişîna kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûk kirin sibe tê dîtin
11:14 Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin
11:09 Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye
10:18 Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike
10:03 Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe
09:36 Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e
09:15 Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir
09:14 Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya
09:13 Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in