COLEMÊRG – Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan gotibû "ger di hilbijartina herêmî de namzetên HDP'ê bi ser bikevin, ew ê qeyûm tayîn bikin." Colemêrgiyan bertek nîşanî vê yekê de û destnîşan kirin ku ew sed carî jî qeyûm tayîn bikin ew ê dîsa jî namzetên xwe hilbijêrin.
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, gotibû "ger di hilbijartina herêmî de namzetên HDP'ê bi ser bikevin, ew ê qeyûm tayîn bikin." Colemêrgiyan bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kirin ku ew ê li ber "şantajên siyasî" serî netewînin.
‘EV ZLM NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Şîno Tan, anî ziman ku ji bo saetekê be jî ew ê şaredaryê bi dest bixin û got: "Em mafên xwe diparêzin. Êdî em vê zilmê qebûl nakin. Heta niha me û tirkan çawa li hev kiriye em ê ji niha û pê ve jî wisa bikin. Xwedê vê zilmê qebûl nake. Êdî em dixwazin şaredaryên xwe bi rê ve bibin."
'ŞNATAJA SIYASÎ'
Emîn Ertûş jî anî ziman ku ji bo tesîrê li dengan bikin şantajên wisa tên kirin û got: "Ev gotin şantaj in. Ji bo gel dengê xwe nede HDP'ê şantajê dikin. Ji bo qeyûm bê tayînkirin tu hincet û sedem tune ne." Ertûş, diyar kir ku tayînkirina qeyûman neheqî ye û got: "Ev şantajeke siyasî ye."
‘EV FIKIR FIKRA QIRALAN E'
Recep Aktaş jî destnîşan kir ku di demokrasiyê de cihê qeyûman tune ye û got: "Ev fikr fikrên kesên dixwazin bibin qiral. Ev karê kesên zilmê li gel dikin. Di demokrasiyê de gel pêşengê xwe hildibijêre. Mixabin li devereke wisa ne demokrasî, em bi zilmê re rûberû ne. Em naxwazin qeyûm me bi rê ve bibin, em dixwazin kesên gel wan hildibijêre me bi rê ve bibin. Em qeyûm naxwazin, em dixwazin li welatekî demokratîk bijîn."
Nebî Erdal jî, diyar kir ku gotinên Erdogan wê eleqadar dikin û rojeva gelê herêmê cuda ye. Erdal got: "Ew ji bo xwe van tiştan dibêje. Ev gotin ên zaroka ne. Ne mimkun e ku mirovek van gotina bêje. Ew tenê ne serokomarê derdorekê ye. Lê bi van gotina diyar bû ku ew serokomarê derdorekê ye. Ev gotin li kesên ku dewletê bi rê ve dibin nayê."
‘SED CARÎ JÎ QEYÛM TAYÎN BIKIN...'
Suleyman Kanat jî, anî ziman ku qeyûman şaredarî veguherandine qereqolan û got: "Em ê tevî gelê xwe biçin ser sindoqan û em ê şaredariyên xwe bistînin. Tayînkirina qeyûman ne muhîm e. A girîng ew e ku gel xwedî li vîna xwe derkeve. Em gelê Colemêrgê li hemû taxan dixebitin û gelê me dibêje; ew sed carî jî qeyûm tayîn bikin, em ê dîsa jî xwedî li partiya xwe û vîna xwe derkevin."
‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN'
Ramazan Erîk jî got: "Jixwe li Colemêrgê encam diyar in. Piştî hilbijartinê bi rojekê jî qeyûm tayîn bikin, dê gelê Colemêrgê dîsa xwedî li vîna xwe derkeve." Hevserokê DBP'a Geverê Nevzat Kaya jî got: "Şaredarî vîna gel in, tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin."
MA / Hamza Gunduz