MÊRDÎN – Rûniştina danişîna çaremîn a Doza Nisêbînê ku 53 kes jê tên darizandin bi dawî bû. Heyeta dadgehê diyar kir ku ew ê sibê mutalayê bixwaze û navber da danişînê.
Rûniştina danişîna çaremîn a doza navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku 53 kes jê tên darizandin îro jî dewam kir. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya li avahiya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) hat dîtin. 42 kesên girtî di danişînê de amade bûn. Parêzer, xizmên windayan û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî dozê şopandin.
Girtiyan duh bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike parastina xwe nekiribûn. Girtiyan îro parastina xwe kir. Danişîn bi parastina Hamît Acun dest pê kir û wî jî parastina xwe bi şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan dest pê kir.
'ÎRADEYA KURDAN KIRIN HEDEF’
Acun bi bîr xist ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin û ji aliyê Serokomar Erdogan ve hat bi dawîkirin. Acun anî ziman ku pêvajoya pevçûnê bi civîna MGK’ê dest pê kiriye û hemû destkeftiyên kurdan kirin e hedefa xwe û got: “Di şexsê HDP’ê de îradeya gelê kurd kirin hedef.”
'AVA KELANDÎ BI SER ME DE RIJANDIN Û CERYANÊ DAN LAŞÊ ME’
Acun anî ziman ku wî nikaribûye li hember kuştinan çavê xwe bigire û li ser daxwaz û îradeya xwe çûye Nisêbînê û got: “Min xwest li cem doza mafdar a gelê Nisêbînê cih bigirim. Dema ez çûm Nisêbînê qedexe tune bû. Piştî qedexeya 13’ê adara 2016’an hêzên çekdar bi çekên giran êrîşî gel kirin. Armanca me parastina gel û bajarekî bû. Armanca dewletê jî tunekirina me bû. Ez bi şev û rojan li wir tî û birçî mam. Ji bo ez li wir nemirim têdikoşiyam. Li gel êrîşên giran jî min çek neda destê xwe û neketim pevçûnê. Pişt re em hatin binçavkirin û bi rojan heqaret li me kirin. Ava kelandî rijandin ser me û ceryanê dan canê me. Di dema vê îşkenceyê de 3 diranên min hatin şikandin û pozê min hat şikandin. Li gel sê sal bi ser bûye re derbas bû jî lê şopa birînan di laşê min de heye. Tişta herî zêde li zora min çû jî teşhîrkirina bi rêya çapemeniyê bû.”
'XWESERIYA DEMOKRATÎK YEKÎTIYA CIVAKAN PÊK TÎNE’
Acun sûcên xistine stûyê wî red kir û got: “Xweseriya demokratîk û xwerêvebirin dabeşkirina welat nîne berevajî vê yekîtiya civakê pêk tîne. Rêbazek rêveberiyê ye. Xweseriya demokratîk modelek demorkatîk û hiqûqî ye. Wek her kesî mafê kurdan jî heye xwe birêve bibin. Mafek pîroz e. Di jiyana xwezayî de azadî mafê bingehîn e. Mafê kurdan e jî.”
SIBÊ DÊ MUTALA BIXWAZE
Piştî parastina Acun heyeta dadgehê navber da danişînê. Heyeta dadgehê da zanîn ku sibê dê mutalayan bixwazin û parêzer jî dê derbasî parastinê bibin. Ji bo sibê doz dewam bike heyetê navber da danişînê.