WAN - 8'emîn danişîna doza Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya ku girtî tê darizandin dê sibê bê dîtin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterên herêmê jî dê tev li danişînê bibin.
8'emîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û xebatkarên şaredariyê Cuma Koyluoglu, Çetin Çiftçî, Zelal Tanle, Mehmet Yalım Eryîgît, Can Tayan, rêveberên MEYA-DER'ê Îdris Şaybak û Neriman Uyar jî dinavde kesên girtî tên darizandin dê sibê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin.
Di danişîna berê de Bekîr Kaya ji dozger re gotibû "Şika ku tu ji vî welatî bireve heye, lê ez dîsa ji vî welatî narevim.
Parêzerê Bekir Kaya, Sabahattin Kaya, diyar kir ku hemû sûcdariyên der barê Bekîr Kaya de tev xizmetên ku ji şaredariyê re hatine kirin û dozger xizmeta hatiye kirin wekî sûc nîşan dide. Prz. Kaya, da zanîn ku tişta duh wekî sûc nedihat dîtin îro tevî wekî sûc nîşan didin û 15 salin ku Bekir Kaya neçûye tu deveran dîsa dadgehê 8 sal û 9 meh ceza lê birîye.
Sibê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û parlamenterên herêmê yên HDP'ê jî dê tev li danişînê bibin.