STENBOL – Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komara Stenbolê bi îdiaya “Li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” der barê nûçegihanê MA’yê Yasîn Kobulan de îdianame amade kir û ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê dê di 26’ê kanûnê de bê dîtin.
Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komara Stenbolê bi îdiaya “Li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” der barê nûçegihanê ajansa me Mezopotamyayê (MA) Yasîn Kobulan de îdianame amade kir. Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Mijara sûcdariyê jî 6 parvekirinên Facebookê yên di navbera tebax û cotmeha 2015’an de hatine parvekirin nîşan da.
Danişîna ewil a doza der barê Kobulan de hat vekirin dê di 26’ê kanuna 2018’an de bê dîtin.