ENQERE - Eskerê Rihayî Mehmet Boztepe dema li Enqereyê eskerî dikir, li nobetê kuştî hat dîtin.
Li Semta Ulusê ya navçeya Altindagê ya Enqereyê eskerê Rihayî Mehmet Boztepe dema eskerî dikir di nobetê de kuştî hat dîtin. Rayedaran îdîa kirin ku Boztepe li nobetê bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anîye. Cenazeyê esker Boztepe ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê. Saet di 04.00'an de agahî dan malbatê ku Boztepe jiyana xwe ji dest daye. Hat diyar kirin ku piştî malbat cenaze bigirin dê li cenazeyê Boztepe li navçeya Hewagê ya Rihayê defin bikin.
2 roj berê jî eskerê Ruhayî Omer Faruk Demîrkol ê li Kîlîsê eskerî dikir bi heman rengî kuştî hatibû dîtin.