NAVENDA NÛÇEYAN - Mamoste Ersin Turhan ê tayîna wî nehat kirin întîhar kir. Di beriya wî de tenê 10 TL darket.
Li Tirkiye ji ber krîza aborî bûyerên întîharê zêde dibin. Heta niha gelek kesan întîhar kir. Li gori nûçeya Hasret Gultekin Kozan a Rojnameya Evrenselê herî dawî mamoste Ersin Turhan, di yekşema aborî de ji ber tayîna wî derneket întihar kir. Turhan li ser medya civakî daxuyanî da û piştre dawî li jiyana xwe anî. Mamoste Ersîn Turhan ê ji Pertek a Dersimê bû, li Zaningeha Binali Yıldırim a Erzînganê beşa mamostetiya polê xelas kir û li bendê bû ku bê tayînkirin. Turhan ê 32 salî li Dasitana Bajar a Gazî ya Stenbolê xwe bi darve kir û dawî li jiyana xwe anî. Xizmê Ersîn Turhan Turgut Erdogan, diyar kir ku Ersin di şert û mercên gelek zahmet de zanîngeh xwend û got: Ji bo dibistanê bixwîne diviya bû pereyan qezenç bike. Ji bo pereyan qezenç bike diçû xurbetê karê zahmet dikir. Piştî malbat li Turhan geriyan, roja duyemê xwe gîhandin cenazeyê wî. Malbatê di beriya Turhan de tenê 10 tl dîtin.
Turgut Erdogan ku li Kocelî dijî, anî ziman ku Ersin Turhan havînan li gund karê çandiniyê dikir 15-20 roj berê ji bo kar çû Stenbolê û wiha got: "Salên borî karê înşaetan dikir. Li taxa Gazi dima. Salek berê zanîngeh xelas kir, lê tayina wî derneket. Ji jiyanê hez dikir. Cenazeyê Ersin Turhan dê li gundê Sumaxê yê Pertekê bê definkirin.