* Alîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, bal kişand ser mirina penaberên ku li Egeyê dimirin û got: "Penaber ditirsin ku bên şandin, loma berê xwe didin rojavayê cîhanê. Ji bo penaber nemirin tenê tiştek heye; ew jî divê êdî bê qebûlkirin ew li Tirkiyeyê dijîn."
* Parêzer Tûgay Bek destnîşan kir ku li hemû girtîgehên li kampusa Tarsûsê, pêkanînên kêfî yên cuda hene û ev yek li gor midûrên girtîgehan diguhere.
* Di çend mehên dawî de bi hezaran şîrket konkordato îlan kir. Parêzer Mûrat Ozverî, destnîşan kir ku ji ber şîrket heta qirikê di nav deynan de ne konkordato îlan kirine, lê belê ên mexdûr dibin jî karker in.
* Endama Komîsyonên Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Halîme Bayram, diyar kir ku li Amedê 3 kreşên ku perwerdehiya wan bi zimanê dayik bû qeyûman veguherand saziyên asîmlasiyonê û her wiha li bajêr 43 saziyên jinan hatin girtin an jî navên wan hatin guherandin.
*Prz. Baran Dogan biryara dadgehê ya der barê Keşe Brunson de nirxand û diyar kir ku di milê hiqûqê de rezîl û rezalet e û pêkenoka hiqûqe ye.
* Rojnamevanan diyar kir ku girtina rojnamevanan ne tesadufî ye û gotin: "Lê tevî hemû çewisandin û astengiyan jî, em tim bibêjên rojnamevanî ne sûc e û em ê karê xwe bikin."
* Şêniyên navçeya Xelfetiyê diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî Şaredariay Xeleftiyê hat kirin, tu xizmet nehatiye kirin, cudahî xistine navbera mirovan û sazî veguherandine baregehên leşkerî. Şêniyên navçeyê got, ew ê di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkevin.
* Cotkar Mûstafa Gokkan ku li navçeya Hewengê erd îcare kir û pembû çand, anî ziman ku li gor par berdarî ji çar paran parek kêm bûye û fiyetê pembû erzantir bûye.
* Hevşaredarê Sîlopî yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Seyfettîn Aydemîr, diyar kir ku qeyûmê heya niha bi nelirêtiya ketiye rojevê, ji bilî projeyên wan amadekirî, tu karek din nekiriye û got: “Qeyûm pereyê şaredariyê ji bo rêbejahiya terxaniya wê hatî birîn bi kar tîne.”
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê biçe serdana navend û navçeyên Bedlîsê (12.00-17.00)
*4'emîn danişîna doza 53 welatiyên li navçeya Nisêbînê di qedexeyên derketina derve de hatin binçavkirin û girtin, li 4'emîn dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dê di roja 3'yemîn de berdewam bike. (10.00)
*Şaxên Halkevî yên Edene û Mêrsinê, bi armanca bertekê nîşanî binçavkirin û êrîşên li ser xwe nîşan bidin, dê li avahiya şaxên xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
*Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, dê derbarê mirinên penaberên di rojên dawî pir zêdebûyîn de, li avahiya şaxê civîna çepemiyê pêk bîne. (13:00)
* Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, ji bo balê bikişîne ser rewşa Ûmût Firat Suvarîogllarî yê ji 2'yê Îlona 1994'an ve girtiye, dê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)