NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi di 2'ê Cotmehê de piştî ket sefaretxaneya Erebîstana Siûdî ya li Stenbolê tu agahî jê nayên girtin. Hat îdîakirin ku Kaşikçi hatiye kuştin. Li gorî agahiyên polisan dan rojnamegeran hat diyar kirin ku Kaşikçi hatiye kuştin.
Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ket avahiya sefaretxaneya Siûdî ya Stenbolê tu agahî jê nayên girtin. Li gorî agahiyên ku rojnamegeran ji polîsan girt, hat diyar kirin ku daneyên Cemal Kaşikçi hatiye kuştin hatine bi dest xistin. Duh yekineyên lêkolînê li cihê bûyerê ya sefaretxaneyê lekolîn kiribûn. Dê li rezîdasa sefaretxaneyê jî îro lêkolîn bê kirin.