MÊRDÎN - 4'emîn danişîna doza Nisêbînê ya 53 kesên girtîn tên darizandin di roja 2'emîn de berdewam kir. 2 girtiyên ku pewist bû parastin bikirana pişta xwe dah neyeta dadgehê û tecrîd şermezar kirin parastinê nekirin. Heyetê doz taloqî sibê kir.
4'emîn danişîna doza 53 kesên ku li Nisêbînê di qedexeya kolanan a 2016'an de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya li salona SGK'ê di roja duyemîn de berdewam kir. Di danişînê de 42 kesên girtî tên darizandin amade bûn. Malbat û parazêrenên girtiyan doz şopandin. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan di bin dorpêça polsî û cendirmeyan de dest pê kir. Ji girtiyan 2 kesên ku îro diviya bû parastin bikirana tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û biryara DMME'yê ya derbarê wî de şermezar kirin û parastin nekirin. Girtiyên ku tecrîd û biryara DMME'yê şermezarkrin pişta xwe dan heyeta dadgehê û parastin nekirin. Girtî Baver Başak, ewil ji bo parastinê mafê axaftinê xwest û got: "Ji bo ez tecrîda li ser Rêberê PKK'ê şermezar bikim ez dê parastinê nekim. Ez tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan û polîtikayên tecrîdê şermezar dikim. Ez biryara DMME'ê ya der barê Birêz Ocalan de jî şermezar dikim. Ev ne biryarek mirovî ye. Ev birayek siyasî ye û nayê qebûlkirin. Ev berdewama komploya siyasi ye. Di şexsê Birêz Ocalan de dixwazin li ser hemû gelê kurd vê komployê pêk bînin. Ez vê komploya bi destê dewletên navneteweyî tê meşandin şermezar dikim. Îro bi armanca şermezarkirina tecrîdê ez parastinê nakim."
Heyeta dadgehê jî diyar kir ku parastinê neke jî wekî ku parastin kiribe dê qebûl bike. Başak jî anî ziman ku çawa mafê wî yê parastinê heye mafê wî yê şermezarkirinê jî heye û parastin red kir. Piştre heyetê parastin xwend Başak. bertek nîşan da û diyar kir ku dê parastinê neke. Omer Karataş jî bi heman rengî tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku dê parastinê neke. Dîsa piştî serokê dadgehê ifada parastinê xwend, Karataş, bi armanca parastinê şermezar bike pişta xwe da heyeta dadgehê û parastin red kir.
Heyete danişîna dozê taloqî sibê kir.