MÊRSÎN - Cezayê Îbrahîm Dûrgûn ê li Amanosan jiyana xwe ji dest da û 3 meh şûn de teslîmî malbata wî hat kirin, di ablukeya polîsan de hat definkirin.
Cenazeyê Îbrahîm Dûrgûn ê HPG’î yê, di 11’ê Tîrmehê de, li nêzî Şarappinar a qûntara Çiyayê Amanos a Osmaniyê di encama êrîşa SÎHA de jiyana xwe ji dest da, hat definkirin. Cenazeyê Dûrgûn ê dinava kîsekê de li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê dihat girtin, 3 meh şûn de teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê cenazayê kurê xwe girtin û anîn Goristanan Guneykent a navçeya Toroslar a Mêrsînê. Polîsên goristan dorpêç kiribûn, ji derveyî malbata Dûrgûn destûr nedan kesek din bikeve gorinstanê.
Cenazeyê Dûrgûn dibin dorpêça polîsan de, hat definkirin.