AYDIN – 9 karkerên ajokarên otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ku ji kar hatin avêtin, ji bo mafê xwe 100 rojin çalakiyê pêk tînin.
9 karkerên ku di otobusên Şîrketa Anonîm a Îmarê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê de ajokarî dikirin û ji kar hatin avêtin; ji bo mafê xwe bistînin 100 rojin di çalakiyê de ne. 9 karker bi sedema ku nebûne endamên Sendikaya Belediye Îş'ê ya Turk-Îşê û li şûna wê bûne endamên Sendîkaya Sosyal Îş a DİSK’ê di 8'ê Tîrmehê de ji kar hatibûn avêtin. Karkerên ku ji ka hatin avêtin ji bo mafê xew bistînin 100 rojin, li qada Bajar ali pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê di çalakiyiyê dene. 9 karker li gel rêveberên sendîkayan çalakiya rûniştinê didomînin.
'EM HEQ HIQÛQ Û EDALETÊ DIXWAZIN'
Karker Okan Aslan ê 4 salin li fîloya otobusana Şirketa Îmar A.Ş. ajokariyê dike, diyar kir ku heta niha şaredariyê tu gav neavêtiye û wiha got: "Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu, her roj bi maşînê di pêş me re derbas dibe. Çerçîoglu bêyî li me guhdar bike em bê daraz ji kar avêtin. Berî me ji kar dûr bixe tu carî em hişyar nekirin. Em li dijî neheqî, bê hiqûqî û bê edaletiyê têdikoşin. Em heq, hiqûq û edalatê dixwazin. Îro 100 rojin, dê sibê bibe 200 roj. Heta ku ew dengê be bibhîzin û daxwaza me pêk bê tekoşîna me dê bidome. "