NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ÎSÎG'ê di 24 saetên dawî de li bajaren cuda 4 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), di nava 24 saetên dawî de 4 karkeran li bajarên cuda di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Karkerekî jî întîhar kir. ÎSÎGM'ê li ser hesabê medya civakî ev agahî parve kirn:
Mustafa Gedîk; Karkerê Daîreya Karên Fenê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzlî ye. Dema maşîneya karkeran a şaredariyê ku li Navçeya Bozkurtê karker bar kiribûn qulipî jiyana xwe ji dest da.
Bedir Obuz: 24 salî bû. operatrê maşineya kar bû. Li 2'emîn Herêma Sanayiya Organîze (OSB) ya Rihayê, dema li fabrîqeya êm kar dikir ji qada înşaetê dînamît teqiya û perçeyê kevir lê ket û jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Emin Songun: 26 salî bû. Li Karamanê karkerê înaatê yê Xaniyên Turkuazê bû. Di asansora amûran de ji qatên 137an ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Hêj nû roja ewil dest bi kar kiribû.
Nihat Aslan: 33 salî û karkerê înşatê bû. Li avahiya Lîseya Anadolu ya Meletiyê dîwarê dibistanê bi ser wî de ket û jiyana xwe ji dest da. 3 karker birîndar bûn.
Di 13'ê Cotmehê de jî Emin Hazir jiyana xwe ji dest da. 26 salî bû. Teknisyenê ceyranê yê Serokatiya Daîreya Xizmetan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bû. Dema di qanala avê ya DSÎ ya Tarsusê de pompeya avê tamîr dikir bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.
Dîsa di 14'ê Cotmehê de karker Yılmaz Civelek ê 45 salî li Navçeya Soke ya Aydinê piştî ji karê çiftlîkê hat dûrxistin dawî li jiyana xwe anî. Civelek di 14'ê Cotmehê de li çiftlikê întîhar kir.