MELETÎ – Endamê HPG’ê Selçûk Kose yê di pevçûnek li Çiyayê Çirava Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Yazihana Meletiyê hat veşartin.
Endamê HPG’ê Selçûk Kose yê di pevçûna 14’ê cotmehê de li Çiyayê Çirava Sêrtê jiyana xwe ji dest li cihê lê ji dayik bûye hat veşartin. Piştî malbatê cenazeyê zarokê xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt bir taxa Doguş a navçeya Yazihana Meletiyê. Li vir piştî wecîbeyên olî cenaze spartin axê.
Parlamentera HDP’ê yê Amedê Dersim Dag, gelek rêveberên HDP û welatî beşdarî merasîmê bûn. Heyeta HDP’ê piştî merasîma cenaze beşdarî serdanên sersaxiyê ya li malê bû.
‘ZEXTA MERASÎMA GIRSEYÎ’
Hat zanîn ku tevahiya rê di kontrolên rê de zext li ser malbatê pêk anîne û ji malbatê re gotine ku divê merasîma cenaze bi girseyî neyê lidarxistin û heke wisa bibe dê polîs dest deynin ser cenaze û veşêrin.