RIHA - Li Xelfetiyê karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistin gotin: "Ji bo me derxistina qeyûm a ji vir û bi dest xistina şaredariyan meseleya rûmetê ye."
Karkerên ku qeyûmê tayînî Şaredariya Xeleftiyê hat kirin ew ji kar derxistin, dest bi amadekariyên hilbijartina herêmî kirin. Karkeran got: "Ji bo me derxistina qeyûm a ji vir û bi dest xistina şaredariyan meseleya rûmetê ye."
Nûnerê Cihê Kar ê Sendîkaya Genel-Îş'ê Mehmet Emîn Sakar, ku piştî qeyûm hat tayînkirin ji kar hat derxistin, anî ziman ku 11 salan di şaredariyê de xebitiye. Sakar, bilêv kir ku ew du serdeman di dema rêveberiya CHP'ê de û serdemekê de jî di ya DBP'ê de xebitiye. Sakar, destnîşan kir ku lê belê piştî DBP'ê şaredariyê bi dest xist, hem di rêveberiya şaredariyê hem jî di bajara de guherînên mezin kir.
‘BI DERFETÊN KÊM KARÊN MEZIN HATIN KIRIN'
Sakar, anî ziman ku nifûsa Xelfetiyê 38 hezar e û ji ber vê pereyê ku Bankeya Îllerê dişand jî hindik bû, lê belê dîsa jî xizmeteke baş hat kirin û deynê hemû karkeran hat dayîn. Sakar, diyar kir ku şaredariyê bi derfetên kêm karên mezin kiriye û gel rasterast di rêveberiya şaredariyê de xwedî rol bû.
Sakar, destnîşan kir ku di dema DBP'ê de şaredariya Rihayê ji bo xizmetê tim astengî derdixistin, lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin bi ji bo heman projeyan destekê dide qeyûm. Sakar, anî ziman ku lê belê tevî ev qas destekê jî qeyûm xizmetê nake.
‘EM Ê DÎSA BI DEST BIXIN'
Sakar hilbijartina herêmî jî nirxand û got: "Tiştên hatin kirin ne wijdanî ne. Şaredarê navçeyê yê ku gel bi dengê xwe ew hilbijart girtin û qeyûm tayînî şûna wî kirin. Dê ev heta hetayê wisa dewam neke. Helbet dê gel di sindoqan de bersiva vê yekê bide. Em karker em ê ji bo mafên xwe di sindoqê de bersiva qeyûm bidin û em ê şaredariya xwe dîsa bi dest bixin."
‘QEYÛM BAJAR WÊRAN KIR'
Bavê 5 zarokan Mehmet Saît Turk ku 7 salan di şaredariyê de xebitî û qeyûm ew ji kar derxist, anî ziman ku beriya qeyûm şert û mercên kar baş bûn û wan mafên xwe yên civakî û aboriyê werdigirt. Turk, bilêv kir ku lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin şert û merc guherîn û got: "Ji bo em bi xwe dev ji kar berdin bi ser me de dihatin. Karên herî nebaş didan me û di nav departmanan de em sirgûn kirin. Lê dîsa jî me dev ji kar berneda. Herî dawî bêyî hincet bi fermana qeyûm em ji kar hatin derxistin. Piştî em ji kar hatin derxistin tazmînat nedan." Turk, bilêv kir ku lê belê wan serî li Dadgeha Kar a Dîlokê da û niha doz berdewam dike.
Turk, destnîşan kir ku bi polîtîkayên qeyûm bajar wêran bûye û ew ê di hilbijartina herêmî de şaredariyê ji qeyûm paqij bikin.
‘XIZMÊN AKP'IYAN XISTIN ŞÛNA ME'
Karker Samî Bayindir ku qeyûm ew ji kar derxist jî got: "Piştî qeyûm hat tayînkirin, bi polîtîkayeke ku dijminatiya karkeran dike tev geriya. Loma em ji kar derxistin. Li şûna me alîgirên xwe bi cih kirin. Bi dehan karkerker girti û piraniya wan jî xizmên AKP'yiya ne."
Bayindir bal kişand ser hilbijartina herêmî jî û got: "Ji bo me derxistina qeyûm a ji vir û bi dest xistina şaredariyan meseleya rûmetê ye. Neheqiyeke mezin hat kirin û divê hesabê vê yekê bidin. Em ê di hilbijartinê de bersiva van neheqiyan bidin. Em ê şaredariya xwe bi dest bixin û edaletê pêk bînin."
MA / Erdogan Alayumat