* Li Colemêrgê zebze û fêkiyên ku li qeraxa rêyan bi erzanî dihatin firotin, niha fiyetên wan du qat biha bûne. Hem kirîger hem jî firoşkar ji vê rewşê nerazî ne.
* Li Girtîgeha Ceyhanê, Muhemmet Ado îdia kir ku dest û lingê wî û hevalekî wî hatine kelemçekirin û hatine îşkencekirin. Bavê Ado, anî ziman ku ji ber kurê wî pir hatiye îşkencekirin, wî kurê xwe nas nekiriye.
* Yek ji bajarên ku rêjeya betaliyê zêde ye jî Şirnex e. Li Şirnexê fiyetê komirê ji sedî 80 û kîsê komirê jî ji sedî 100 hat zemkirin. Her wiha tona êzingan jî ji 450 lîreyî bû 550 lîre.
* Li Xelfetiyê karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistin gotin: "Ji bo me derxistina qeyûm a ji vir û bi dest xistina şaredariyan meseleya rûmetê ye."
* TTB bi dirûşmeya "Em di Tenduristiyê de Qanûna Şidetê Dixwazin" çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiyên hatin destpêkirin hefteyeke didomin. Kedkarên tenduristiyê yên tev li nobedê bûn gotin: "Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin. Divê demildest hikûmet ji bo vê yekê tevdîran bigire."
* Di dema Serîhildana Şêx Seîd de wexta leşker êrîşî gundan dikin, Xelîlê Misto yê ji Eşîra Bekiran li hemberî leşkeran şer dike û wan têk dibe. Paşê Misto û 17 hevalên xwe tên daliqandin. Ev destana ku nêzî sed sal in tê gotin niha bi dengê Dengbêj Faîqê Kififî careke din li ber çavan candar dibe.
* Daniyîna doza 53 welatiyên li Navçeya Nisêbînê di qedexeyan de hatin binçavkirin û girtin li 4'emîn dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam dike. (10.00)
* Danişîna doza rojnameger Meşale Tolu jî di navde 18 kesên tên darizandin, li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê dîtin. (10.00)
* Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê li dijî pêkanînên Cilên Yek Tîp dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk bînin.(12.30)
* Serok û hevserokên partiyên siyasî dê civînên komên partiyên xwe li meclîsê pêk bînin. Hevseroka GişTî ya HDP'ê Pervin Buldan dê piştî civîna koma partiyê li Odeya Koma Meclîsê bi Raportora Ewropa ya Tirkiye Kati Pîrî re hevdîtin bike. (15.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê li Gever û Colemêrgê bi gel re bê cem hev. (12.00-14.00)