MÊRDÎN - 4’emîn danişîna Doza Nisêbînê ya 53 kes têde tên darizandin hat dîtin. Osman Bozkurt di parastina xwe de bal kişand ser îşkenceyên giran ên li wan hat kirin û got: “Modela ‘Neteweya Demokratîk’ û ‘Rêveberiyên xweser’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan danî holê aj dide.”
Li Nisêbînê di qedexeya derketina derve de, di 26’ê Gulana 2016’ande 53 kes hatibûn tahliyekirin û girtin. Danişîna 4'emin a dozê hat dîtin. Kesên girtî li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya li salona konferansê ya Midûriyeta SGK’ê hatin darizandin. Parlanterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîl, gelek endamên HDP’ê, malbat û parêzerên girtiyan beşdarî danişînê bûn. Kesên xwestin danişînê bişopînin nasnameyên wan di GBT’ê re derbas kirin û piştî lêgerînê derbasî salona danişînê bûn. Balkêş bû ku maşîneyên zirxî salon dorpêç kiribûn.
‘BI LÊDANÊ KOR KIRIN'
Piştî danasîna nasnameyê Osman Bozgurt ê girtî parastin kir û wiha got: “Ji bo sûcên di îdîanemê de li ser min hatin îdîakirin tu delîl nehatine dîtin. Ez van sûcan red dikim. 6 rojan dibin çavan de mam. Îşkenceyên dij mirovî li min hatin kirin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Ligel ku li Tirkiyeyê behsa qedexekirina îşkenceyê tê kirin jî, lê hîna jî îşkence berdewam dike. Bi awayekê fîzîkî û derûnî îşkence li min hat kirin. Şopên îşkenceyê hîna jî li ser canê min hene. Bi kulm, pehînan û cîsmên cûda li me dan. Biş lêdanê ez kor kirim.”
‘DÊ MÎNA CÎZÎRÊ WE JÎ BIŞEWITÎN IN’
Bozkurt, da zanîn ku hemû kesên îfade li ser wan dayîn, bi darê zorê li ser wan dane û wiha bilêv kir: “Em rastî gefên giran ên hêzên ewlekariyê hatin. Tim ji me re digotin ‘hûn dua ji HDP’ê re bikin ku hûn dan çapemeniyê. Nexweş me yê mîna Cizîrê hûn jî bişewitandana.’ Pir îşkence li me kirin.”
'NIKARAN BINESAZIYA EXLAQÎ Û POLÎTÎK A NISÊBÎNÊ XERAB BIKIN’
Bozkurt, da zanîn ku saziya siyasî ya Tirkiyeyê îflas kiriye û wiha pê de çû: “Bi îflaskirina saziya siyasî re rastiya li Nisêbînê jî derket holê. Li Nisêbînê dewletê îflas kir û bi ser neket. Ev salonên dadgehkirinê jî encama vê yekê ye. Weke ku tê xuyakirin hiqûq û daraz jî, ji destê AKP’ê bêzar bûye. Bila hemû kes baş zanibin ku kes nikare, binesaziya exlaqî û polîtîk a Nisêbînê xerab bike. Ji xwe siyaseteke nezan a mîna AKP’ê qet nikare vê yekê bike. Xwestin vîna azad a gelê Kurd li Nisêbînê teslîm bigirin, lê bi ser neketin.”
'DERKET HOLÊ KU NIKARIN VÎNA GELÊ KURD TESLÎM BIGIRIN'
Bozkurt, dest nîşan kir ku carek din derket holê ku nikarin vîna gelê Kurd teslîm bigirin û wiha domand: “Li Nisêbînê dewletê xwe tune kir. Hemû saziyên komarê, li Nisêbînê niha dibin kavilan de mane. Ji xwe dewlet bi xwe dibin kavilan de maye. Li hemberî rastiya Nisêbînê, dewlet têk çûye.”
OCALAN Û RÊVEBERIYÊN XWESER
Bozkurt, di dawiya paratina xwe de, bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Çareseriyên Neteweya Demokratîk ên Ocalan hene. Şert û mercên tecrîtê divê demildest bên rakirin. Gelê Kurd bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan, hemû polîtîkayên jenosît û mêtîngeriyê vale derxistin û têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam dike. Modela rêveberiyên xweser dê Tirkiye û Rojhilata Navîn ji qeyranê rizgar bike. Îro felsefeya Birêz Ocalan gav bi bav pêş de diçe û di vî warî de bi bawerim.”
Bozkurt di dawî de beraeta xwe xwest.
Şandeya dadgehê dûre, hin îdîayên di îdîanameyê de cih digirin ji Bozkurt pirs kirin. Piştî Bozkurt bersiva pirsan da û şûn de, dadgehê biryar da ku parêzer roja Pêncşemê 18’ê Cotmehê parastin bikin.
Danişîn dê sibe berdewam bike.