ENQERE – Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li 103 gundan û 156 taxan bi giştî 259 keya ji peywirê girt.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li 103 gund û 156 taxan bi giştî 259 keya ji peywirê girt. Wezaretê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku 259 keya ji peywirê girtine. Wezarê di daxuyaniyê de parast ku têkiliya wan bi rêxistinên terorê re hene û li dijî ewlehiya netewetiya dewletê û Lijneya Ewlehiya Neteweyî xebat meşandine. Wezaretê da zanîn ku li 103 gundan û 156 taxan bi gişti 259 keya li ser tedbîrên dembarî li gorî Qanûna Gundan a hêjmar 442'an û Qanuna der barê teşkîlaten tax û qesebayan a hêjmar 4541'an ji aliyê wezîrê karên Hundir Suleyman Soylu ji peywirê hatine dûrxistin.