NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname û parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî kurdan û xebatên hilbijartinê. Temel, anî ziman ku Erdogan cardin siyasetapevçûnê û neyartiya li dijî kurdan derdixe pêş û îro hemû siyaseta wî ya li dijî kurdan, neyasayî û nemeşrû ye.
Nivîskarê Rojnameya e-rojname û parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkayên Erdogan ên li dijî kurdan û xebatên hilbijartina herêmî. Temel, da zanîn ku amadekariyên hilbijartinên şaredariyê didomin û wiha got: "Hefteya borîbi girtîn û binçavkirinê, starta hilbijartinan hat dayîn. Rejîma Erdogan, li gelek bajaran di hefteyekê de 300 kes destgîr kirin û zexta li ser siyaseta kurd û muxelefetê zêdetir kir. Di 2 salên dawî de, sîstema qayûmtiyê ji aliyê gel ve nehat qebûlkirin û di 24’ê Hezîranê de bersiveke xurt li dijî rejîma qayûman hat dayîn. Ev bersiva gel a li dijî îradeya xwe, îro krîzeke meşrûbûnê ya rejîma Erdogan cardin aşkera kiriye. Di vê krîzêde wekî 7’ê Hezîrana 2015’an, Erdogan cardin siyasetapevçûnê û neyartiya li dijî kurdan derdixe pêş. Ev dijminatî îro ji Efrînê heta Bradost û Şengal û Kerkûkê, li her parçeyê bi awayekî aşkera di meriyetê de ye. Erdogan tu tiştekî yasayî û meşrû li ser xwe ferz nabîne, loma jî îro hemû siyaseta wî ya li dijî kurdan, neyasayî û nemeşrû ye."
'TIRKIYE DI REWŞEK DIJWAR DE DERBAS DIBE'
Temel, da zanîn ku Tirkiye wek aborî, dadwerî, civakî û siyasî di rewşeke dijwarû aloz re derbas dibe û wiha berdewam kir: "Ev rewş wekî kapekê bi stûyê Erdogan û rejîma wî ve aliyaye. Geh li Tirkiyeyê, geh li Rojava û Başûr ev siyaseta êrişkar a li dijî kurdan, encamên neyînî li seranserî Tirkiyeyê dike. Hemû aborî û jêderkên Tirkiyeyê di şerê li dijî kurdan de tê bi karanîn û berdewamkirina vê siyasetê ji bo gelên Tirkiyeyê karesateke mezin bi xwe re tîne.
Di atmosfera hilbijartinên şaredariyê de, Keşeyê Amerîkî çawa ku bi şanoyekê hatibû girtin, bi heman rengî jî hate berdan û rewşa Tirkiyeyê bi awayekî giştî krîstalîze kir. Piştî berdana wî, gotinên li dijî sîstema Rojava û gefên li ser destkeftiyên bakurê Sûriyeyê zêdetir bûn. Erdogan piştî berdana Brunson, gefên li ser Rojava zêdetir kirin, qelemşorên wî û çapemeniya di bin hikmê wî de jî, ev yek wek serkeftina Erdogan a îcazeta êrişeke li dijî Rojava hilsengandin. Helbet Erdogan li dijî destkeftiyên kurdan dikare her şêwe bazariyê bike. Ji xwe di halê heyî de jî geh li Tirkiyeyê, geh li derve ev konsepta li dijî kurdan bi her awayî didome. Erdogan hebûnaxwe di tunekirina destkeftiyên kurdan de dibîne û dixwaze civaka Tirkiyeyê jî bi hîsteriyeke faşîzan dermale bike. Ev konsept îro Erdogan kiriye mehkûmê dewletên biyanî û patronê komikên El Qaîdeyê. Erdogan, îro li Idlibê wekî berdevkê Nûsrayê serpereştiya peymanan dike. Di vê rewşê de her cure êrişên Erdogan a li dijî kurdan, bertek û opsiyonên cuda yên têkoşînê jî bi xwe re tînin. Ev serdema nû, bilindkirina têkoşînê û peydakirina riyên alternatîv li ser kurdan ferz dike."
'HILBIJARTIN JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ QONAXEKE DÎROKÎ YE'
Tayip Temel, bal kişand ser wate û giringiha hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha dawî li nivîsa xwe anî: "Hilbijartinên şaredariyê, di vê gerîneka aloziyê û krîza birêvebirinê ya Erdogan de, ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê şanseke mezin û qonaxeke dîrokî ye. Kurd û gelên Tirkiyeyê jirejîma Erdogan dîtin ku hêz û rayedarî çendîn têkeve destê kesekî (Erdogan) ev dibe sedema têkçûna hemû destkeftiyên civakî. Erdogan çiqas bi cardin tayînkirina qayûman, bixwaze gel bitirsîne jî, em dizanin ku xezeba wî ji tirsa nava wî ye. Loma jî ev sîstema Erdogan a ku nemaze bi deste qayûman ava kiriye, dikare ji şaredariyan dest pê bike û ber bi navendêve biçe û vê rejîmê xerab bike. Di vê qonaxa dîrokî de, rola HDP’ê wekî 24’ê Hezîranê gelek giring e. HDP ligel girtin û zext û zordariyê dê bi hemû hêza xwe, xwe bigehîne hemûpêkhateyên civakê.
Ji hilbijartinan re 5 meh û nîv maye. Di van mehên dawîn dexuya ye Erdogan dixwaze ku êrişên li dijî kurdan zêdetir bike. Gefên li Minbicê û li Rojava tên xwarin, berdana KeşeyêAmerîkî û hewldana bazariyên qirêj, belavkirina hîsteriyafaşîzan a li ser civakê nîşaneyên vê siyasete ne. Li dijî vêsiyasetê tekane riya serkeftinê, avakirina têkoşîneke yekpare liseranserî Tirkiyeyê ye. Ev serdema nû û hilbijartinênşaredariyê roleke dîrokî li ser me ferz dike û ev rol jî yekîtî, berxwedan û têkoşîn e.