STENBOL - Rêvebera Komeleya Civaka Sivil a Di Pergala Cezayê Înfazê de (CÎSST) Berîvan Korkut, bal kişand ser şertên girtîgehan û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirin her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Li kawîşên 12 kesan 30 girtî dimînin. Girtî bi dorveger li ser doşekan radikevin. Girtî dema derdikevin hevdîtinê û xebatên civakî rastî tundiya dijwar tên."
Li gorî agahiyên ku Wezareta Dadê ji Komîsyona Girtîgehan a Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) re şandine, heta 15'ê Îlona 2018'an li Tirkiyeyê 449 girtîgeh hene û kapasîteya wan 211 hezar û 274 kes in. Li gorî daneyê Wezaretê li van girtîgehan 246 hezar û 426 girtî hene. Li gorî daneyên wezaretê 35 hezar û 152 girtî zêde li girtîgehan tên girtin. Li gel vê yekê her roj hêjmara girtiyan li girtîgehan zêde dibe. Her ku hêjmara girtiyan zêde dibe, qad li girtiyan teng dibe û bandorek neyînî li ser tenduristiya wan û şertê jiyanê dike. Ev dibe sedem ku binpêkirina mafên mirovan bêtir zêde bibe. Rêvebera Komeleya Civaka Sivil a Di Pergala Cezayê Înfazê de (CÎSST) Berîvan Korkut, bal kişand ser şertên girtîgehan ên ku girtiyan bi rêya nameyan û xizmên xwe parve kirine.
'LI KAWÎŞA 12 KESAN 30 KES GÎRTÎ NE'
Korkut, anî ziman ku di 10 salên dawî de li girtîgehan hêjmar gelek zêde bûye û wiha got: "Ji ber ku di ser kapasiteyê re girtî li kawîşan hene, ev rewş bandorek neyînî li ser jiyana wan û tenduristiya wan dike. Li kawîşa 12 kes bimînin 30 girtî dimînin. Ji ber ku doşek têra girtiyan nakin, girtî bi dorveger darizên. Li hin girtîgehan heta ber derê destvanxaneyê doşekan rêz dikin. Dema girtî diçin hevdîtinan û mafên civakî dîsa rastî tundtiya derunî û fîzîkî tên. Girtî her dem tên sewqkirin û di sewqan de rastî tundî û lêgerîna tazî tên. Hem di serdema OHAL'ê de û hem jî piştî OHAL’ê binpêkirina mafan dîsa berdewan kir. Her ku girtiyan sewq dikin dîsa semaver, televizyon û alavên din ên pêwist neçar dimînin ku dubare bikirin. Girtiyên ku dûrî malbatên xwe bin, dayik û bavê wan ên kal û pîr nikarin biçin ziyaretan. Bi vî rengî hem girtiyan û hem jî malatan ceza dikin. Girtiyên li dijî binpêkirina mafan derdikevin rastî ceza tên. Girtiyên ku 3 sal û nîvan cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn hene. Ger ku parêzer jî neçin ditina wan, têkiliya wan girtiyan û cîhanê bi temamî ji hev qut dibe."
‘PIRTÛKAN NADIN GIRTIYAN'
Korkut, anî ziman ku pirtûkên bi kurdî ji girtiyan re tên şandin bi sedema ku kesê werger bike tune, pirtûkan nadin girtiyan û wiha lê zêde kir: "Gelek pirtukên ku malbat û hevalên girtiyan dişînin girtiyan, hilnadin hundir. Zorê li girtiyan dikin ku bi pereyên xwe pirtûkan bikirin. Gelek pirtûkên ku li derve biryara komkirinê tune jî bi awayekî keyfî desteser dikin. Girtî zêdeyî 5-7 pirtûkan nikarin li cim xwe bihêlin. Gelek pirtûk ji bi sedena wergêr tune nadin.
'ROJNIVÎSKÊN GIRTIYAN DESTESER DIKIN'
Korkut, da zanîn ku di destê girtiyan de tenê radyo maye û wê dardoyeê jî desteser dikin. Korkut, bilêv kir ku girtiyên bi tirkî nizanibin jî nikarin der barê welatê xwe de bibin xwedî agahî û qanalên tv jî bi sînor kirine. Li aliyê din bi ser odeyên girtiyan de digirin û rojniviskê wan desteser dikin û mohra 'Hatiye ditin' dixin.
‘JI BO ÇARESERIYÊ EM BIBIN YEK'
Korkut, da zanîn ku divê wezaret li ser van pirsgirêkan raweste û çareser bike û wiha bi dawî kir: "Binpêkirina mafan wekî binpêkirin nayê dîtin. Ev bi xwe pirsgirêkek mezin e. Mafê wan ê ragihandinê tê sînorkirin. Ev mijarek gelek girîng e. Gelek mafên tên binpêkirin nayên dîtin û nabin nûçe. Eleqeya li hemberî girtîgehan pir kêm e. Divê tenê malbatên girtiyan berpirsiyar nayên dîtin. Divê hemû kes û derdorên demokratîk li hemberî van pirsgirêkan hestiyar tev bigerin."
MA / Melîke Ceyhan