ENQERE - SYKP'ê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî û hevserokên xwe yên nû hilbijartin. Di hilbijartina Kongreya SYKP'ê de Canan Yuce û Cavit Ogur bûn Hevserokên Giştî yên partiyê.
Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela Akar International pêk anî. Piştî civîna 2 rojan îro hilbijartin pêk anîn. Di kongreya SYKP'ê ya bi hişyariya "Têbikoşe, Bibe yek, Ji nûve ava bike" pêk hat de ji bo Hevserokatiya Giştî ya partiyê Canan Yuce û Cavit Ogur, hatin hilbijartin. Rêveberiya partiyê jî dê di civînên pêş de diyar bibe.