AMED - Baroya Amedê kongreya xwe pêk anî û serokê baroyê yê nû hilbijart. Di hilbijartinêde Prz. Cihan Aydin bû Serokê Baroyê yê nû.
Baroya Amedê duh li Hêwana Konferansê ya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê 46'emîn Kongreya Gitşî ya Asayî pêk anî û heta îro berdewam kir. Desteya Giştî bi dengdanê rêveberiya nû diyar kir. Nêzî 300 parêzer li Desteya Giştî amade bûn. Di hilbijartinê de Cîhan Aydin, Cengîz Baydal, Sertaç Buluttekîn, Nîhat Eren û Nevzat Kaya ketin pêşbirga Serokatiya Baroya Amedê. Di hilbijartinê de Cîhan Aydin bû serokê nû yê Baroya Amedê.