EDENE – Rojnameger Kadrî Bagdu yê ku çar sal berê dema bi piskilêta xwe rojname belavdikir di nav kolanê de hat qetilkirin, li ser tirba xwe hat bibîranîn. Hevalên hevpîşeyê Bagdu di biranîna Bagduda diyar kirin ku ew têkoşîna Rojnameger Bagdu ya di cihê hiştî de dê têkoşînê mezin bikin.
Kadrî Bagduyê dema 14’ê Cotmeha 2014’an de Rojnameya Azadiya welat a bi Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin li Taxa Ova ya Navçeya Şakîr Paşa ya Seyhana Edenê bi piskilêta xwe belev dikir li nav kolanê hat qetilkirin di salvegera wî ya 4’emîn de li ser tirba wî hat bibîranî. Di bîranîna li Goristana Kuçukobayê pêk hat de malbat û hevalên hevpîşeyê Bagdu, nûnerên DBP, HDP, HDK û rêxistinên saziyên demokratik ên sivîl beşdar bûn.
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZTIR BIKIN’
Di merasîma bîranîna Rojnameger Bagdu de Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Edeneyê Şukran Efeturk qurnefîl danî ser tirba Bagdu û wiha got: “El ji bo kujerê hemû rojnamegerên hatine qetilkirin bên dîtin û bên darizandin têdikoşin.”
Xebatkarê Rojnameya Yeni Yaşamê Rojnameger Murat Karakaş jî da zanîn ku li gel hemû êrişên pêk hatine jî çanda Çapameniya Azad tu car nehatiye bêdengkirin û em ê têkoşîna Bagdu ya ku li cihê hiştiye bikoşin, li pêş xin û mezin bikinde. Hevjîna Rojnameger Bagdu Şemsa Bagdu jî di bîranînê de axivû û xwest; kujer bên ditin û bên darizindin.