ENQERE - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bang li hemû muxalifên li dijî pergala heyî kir û xwest îtîrazên xwe bikin yek û wiha got: "Gel kirdeya rastîn a siyasetê ye. Em dixwazin rêveberiyek Gel a li dijî dewletê bi hêz ava bikin."
Şaxa Komeleyên Eweyî ya Demokratîk (DAD) a Mamakê bi navê "Bajar û tenduristî" li avahiya komeleya xwe civîn pêk ani. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek rêveberên komeleyê tev li civîna DAD'ê bûn. Koçyîgît, diyar kir ku ji bo HDK bibe navnîşana hemû beşên civakê xebatê dimeşîne û wekî Kongre armanc dikin ku cîhanek azad û wekhev ava bikin. Koçyîgît, anî ziman ku HDK, ji bo yekîtiya hemû gelên li Tirkiye di nava tenduristiyê de pêş bixe û Komara demokratîk ava bikin ketin rê û wiha got: "Di demên borî de me HDP ava kir. HDP'ê di hilbijartina ewil de bend derbas kir û serkeftinek mezin ava kir. Vê yekê di dewletê de şikandinek ava kir. Geşedanên îro pêş dikevin piştî pêvajoya 7'ê hezîranê pêş ket. Tirkiye hem li hundir û hem li derve hemû polîtîkayên xwe li ser dijberiya kurdan ava dike. Ji ber vê yekê polîtikayên dijdemokratîk pêş dixe û ev yek dibe sedema krîzê. Li vî welati heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêkên din çareser nabe. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, tu kes azad nabe û nagêje mafê xwe."
'EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNA HEVPAR BI SER BIKEVIN'
Koçyîgît, da zanîn ku hikûmet êşa krîsa aborî ji pişta gel derdixe û dixwaze fatura vê krîzê bi gel bide dayîn û wiha bi dawî kir: "Çareseriya vê yekê bi HDK'ê pêkan e. Niha herî zêde pêdiviya me bi rêxistinbûna gel heye. Em nabêjin îlla bila HDP pêşengiya vê yekê bike. EM dibêjin kî li dijî pergalê ye divê tev bibin yek û li dijî pergalê xwe di bin baneyekî de bi rêxistin bikin û bi hevre têbikoşin. Em dixwazin gel bikin pêşengê siyasetê û raste rast gel di nava siyaset û biryaran de cih bigire. Em dikarin vê yekê bi aqilê kolektif ava bikin. "
Civîn piştî axaftina Koçyîgît ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.