EDENE – Meclîsa Ciwanên HDP’ê, Konferansa Ciwanên Herêma Çukurova li dar xist.
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bi şîara “Em xwe bi rêxistin bikin, azad bibin” Konferansa Ciwanên Herêma Çukurova li avahiya HDP’ê ya navçeya Seyhanê li dar xist. Pankartên “Ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyek demokratîk serî hil de” û “Em tecrîtê bişkîn in û faşîzmê hilweşîn in” bi salona konferansê ve hatin kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Riha Omer Ocalan, rêvber û endamên HDP û DBP’ê beşdarî konferansê bûn.
'CIWAN PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNÊ NE'
Parlamenter Ocalan di konferansê de axiv û wiha got: “Dixwazin bi êrîşan ciwanan kontrol bikin. Lê ciwan mîna hemû serdeman peywirên xwe bi cih tîn in. Pergal ciwana fêrî tiryekê dike û hewl dide wan ji têkoşîna wan dûr bixe. Em jî li dijî vê dixwazin ciwanan bikişînin nava têkoşînê. Têkoşîna me ya 40 salan li holê ye. Ev têkoşîna bi ruhê ciwanan destpê kirî, dê bi ruhê ciwanan jî, bi serbikeve. Divê ciwan pêşengên têkoşînê bin.”
Konferans piştî axaftina Ocalan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.