AMED - Rêvebera HDP'ê Remziye Sizici, diyar kir ku ewil kesê bi telefonê xwe wekî "Komîserê TEM" da naskirin li wê geriya û piştre, kesên bi maşîneyekê ew rawestandin binçav kirin û jêre gotin “Te dikişînin nava çiravê. Em dixwazin te ji nava vê çiravê xelas bikin" û ji wê xwestine ku bibe sîxur.
Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Yenişehirê ya Amedê Remziye Sizici, diyar kir ku saet di 11.00'ê 10'ê Cotmehê de kesê xwe wekî "Komîserê TEM'ê" da naskirin bi telefonaü 0505 953..... li wê geriya ye û hin pirs jê pirsîn. Sizici, bersîvandina pirsan a li ser telefonê red kir diyar kir ku gotiye dê biçe li Midûriyetê îfade bide. Sizici, da zanîn ku kesê bi navê "Komser" jêre gotiye "teqez li gel parêzer neyê. serê me neêşîne. Wê demê tu dê muameleyek cuda bibîne."
LI SER WHATSAPP’Ê PEYAM ŞAND
Sizici, da zanîn ku piştre bi riya WhatsAppê peyama “Tu çima wisa dike ya. off karê min pir zêde ye. Ez tika dikim tu dikare li min bigere" ji wêre şandiye û wiha got: "Ji ber ku nûmere ne aydî saziyekê bû ez neçûm midûriyeta polîsan. Di 11'ê Cotmehê saet di 19.30'an de dema ez bi Otobusa gel a taybet diçûm malê, ez hatim şopandin. Ez li ser vê yekê li birayê xwe geriyam. Min xwest were rawestgehê min pêşwazî bike. Ez li rawestgehê daketim û ez û birayên xwe diçûn malê. Kesek li pişt me ji maşînê û bi rev hat gihişt me. Nasname derxist. Got 'Tu çima bersîvê nade telefona xwe. Ez bi zorê xistim maşînê. Ajokar û 2 kesên din jî di maşînê de bûn. Piştre yek bi birayê min re axivî. Got 'Tiştek tune. Em dê biaxivin û berdin. Min di maşînê de got: "Ez rêvebera HDP'ê me. Min xwest ger ku tiştek fermî hebe bi riya fermî bang min bikin û biçin bi fermî îfade bidim. Dema min got ez rêvebera HDP'ê me, wê jî got 'Ez ji dewlet im. Du rojin dewlet li pey keçek ku têra xwe nake baz dide. Tiştek tune tenê em dê li cihekî sakîn biaxivin."
‘EM DIZANIN TU ÇI XEBATAN DIKE'
Sizici, da zanin ku destûr nedan ku li parêzerê xwe bigere û wiha axivî: "Min telefona xwe ji wan xwest. Lê telefona min nedan min. Destûr nedan ku li parêzerê xwe bigerim. Ji min re got 'Em dizanin tu çi xebatan dike. Qeyda dengê we tevan li cem min heye. Dema em di maşîneyşê de bûn, ez birim ser rêya Erxenî birim sanayiya Otoyê. Ez birim nêzî mala me ya li taxa Îplikê. Ji min aktîvîsta TJA Mekiye Ormanci ku di operasyonê de hat binçavkirin ji min pirsîn. Got 'Hûn dizanin me çima Mekiye Ormanci girtiye. Em de rêvebera HDP'ê ya navçeyê Demetê jî binçav bikin. Dê tura duyemîn dest pê bike. Em naxwazin te jî binçav bikin û deriyê we jî bişkînin.' Gef li min xwarin.
Sizici, diyar kir ku kesên bi maşîneyekê ew rawestandin binçav kirin û jêre gotin “Te dikişînin nava çiravê. Em dixwazin te ji nava vê çiravê xelas bikin" û ji wê xwestine ku bibe sîxur. Sizici anî ziman ku dê têkildarî vê rewşê serî li serdozgeriyê bide.
MA / ozgur Paksoy