ÎZMÎR – Li Îzmirê kamyona ku penaber suyar kiribûn, ket qanala avdaniyê. Di qezayê de zarok jî di navde 22 kesan jiyanaxwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Li duriyana Balafirgehê ya Îzmirê di saetên serê sibê de kamyona ku penaber suyar kiribûn û dibirin Grava Somasê ya Yunanîstanê qulibî qanala avê. Di qezayê de zarok jî di navde 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Saet di 08:00'ê sibehê de kamyon ji Aydinê diçû Îzmirê û armanc dikir ku penaberan bibe Girava Somasê ya Yunanîstanê li Gundê Degirmençay ê Navçeya Menderestê li duriyana balafirgehê qulipî û ket qanala avê. Piştî bûyerê polîs û ambulans hatin cihê bûyerê. Li gorî agahiyên ewil hat diyar kirin ku zarok jî di navde 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û ajokar jî di navde 13 kes birîn darbûn.