'Qeyûm dê deynê xwe hilgirin û biçin'

  • rojane
  • 10:32 14 Cotmeh 2018
  • |
img
 
WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, di civîna taştê ya Wanê de bal kişand ser helwesta darazê û diyar kir ku li Tirkiye daraza bêalî û serbixwe tune ye û wiha got: "Li Tirkiye rojnameger bi paraz bi ferman û daxwaza serokdewletên derve serbest tên berdan. Çend roj berê di operasyona li Amedê de 26 hevalên me hatin girtin. Li holê tu delîl û sûc tune ye. Hemû ji ber tev li xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê bûbûn bi fermana qesrê hatin girtin." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezatî Temellî, li Wanê bi çapemeniya herêmî re di taştê de hat cem hev û civîna çapemeniyê pêk anî. Temellî, di civînê de axivî û bal kişand ser operasyonên li dijî siyasetmedarên û rojnamegerên kurd. Temelî, anî ziman ku îro çapemenî ne azad e û nikare serbest nûçeyan çêke. Temellî, destnîşan kir ku li vî welatî azadiya çepemeniyê tune û wiha got: "Mixabin îro ne bi biryara darazê, bi daxwaza serokwezîr û serokdewletekî rojnameger tê berdan. Îro li vî welatî azadiya çapemeniyê tune ye."  
 
'LI DERVE MUDAXALEYÎ DARAZÊ DIKIN'
 
Temellî, bal kişand ser operasyonên siyasî û wiha berdewam kir: "Li Tirkiye operasyona hiş tê avakirin. Dewletên derve mudaxaleyî darazê dikin. Heta ku daraz ne serbixwe û bêalî be, dê edalet pêş nekeve. Mirovên ku tên binçavkirin, girtin û rastî ceza tên, dê edaletê ji ku peyda bikin? Îro dozger bi fermana qesrê operasyonan pêk tînin û dadger bi fermana qesrê mirovan digirin. Herî dawî çend roj berê li Amedê bi tundî û bê edaletiyê mirov hatin binçavkirin. Di operasyonê de bi qasî hevalên me ji pişta wan birîndar bikin tundî pêş xistin. Di vê operasyonê de mixabin 26 hevalên me hatin girtin. Ji ber ku darazê serxwebûn û bêaliyê xwe winda kiriye, beyî delîl hebin 26 hevalên me girtin. Daraz bêyî ku li delîlan binere, bêyî ku li holê sûc hebe li ser şahidê nepen girtin. Tenê sedem hevalên me ji ber ku tev li xebatên hilbijartina 24'ê hezîranê bûne hatine girtin. Niha Hevserokê Partiya me yê Amedê hatiye girtin. Çima ji ber ku tev li xebatê hilbijartinê bûne."  
 
'MEŞRÛTIYETA XEBATÊN HILBIJARTINA AKP'Ê TUNE' 
 
Temellî, bal kişand ser feraseta AKP'ê ya xebatên hilbijartinê jî û wiha lê zêde kir. "Ez binê wê bi xetê stûr xêz dikim. Tu rewatiya xebata hilbijartinê ya AKP'ê tune. Bi alîkariya dozger, walî, qeymeqaman xebatên hilbijartinê dimeşîne. Piştî fêm dike ku dê hilbijartinan winda bike tundiyê zêde dike. Îro 96 şaredariyên li herêmê bi qeyûman tê birêvebirin. Ev şerma herî mezin a Tirkiyeyê ye. Daraz ne serbixwe ye. Çapemenî tê asteng kirin. Yên siyaseta demokratik dimeşînin wekîl, hevşaredar û hevserokên me girtî ne. Ne tenê li ser vê axê û li herêmê, ger ku j destê wê bê dê li tevahiya welat qeyûm tayîn bike."
 
HIŞMENDIYA QEYÛM LI HER DERÊ BELAV DIKIN
 
Temellî, bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên navendîbûnê û wiha berdewam kir: "Li şûna ku Banka Navendî mudaxaleya enflasyonê bike, îro zabite li nava esnafan mudaxaleyî buhayê fêkî û zebzeyan dike. Ev rewşek pir xerab e. Ev hişmendiya qeyûm e. Dixwaze her tiştî di destê xwe de bigire. Ev hişmendî edaletê pêş naxe. Daraz û çapemenî tev di bin bandora vê feraseta yekperest û qeyûm de ne.  Ji ber vê hişmendiya qeyûmê tundî, zext, binçavkirni û girtina li ser partiya me, endam û rêveberên me û berî her tiştî jî li ser gelê me didome. Ger ku em bixwazin vê tundiyê rawestînin divê em şêwirmendiyê xurt bikin.  Hişmendiya yekperest a îktîdarê vî welatî dike çolistan û tune dike. Vê yekê tenê li Wan, Şirnex û Amedê nake. Li Îzmir, Bûrsa, Bolû û hemû Tirkiye dike. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelan û rengan dikin ku em milê xwe bidin hev. Em bi hevre bi hevkariya hêzên civakî û rêxistinên demokratîk namzetên xwe hilbijêrin. Em bi reng, bawerî, nasnameyên xwe yên cuda bên cem hev. Em xwe jî û bajarê xwe jî bi xwe bi rêve bibin. Em bajaran bikin bajarê kedê, jinê. Em wekheviya nûnertiya jinê biparêzin. Em li dijî îktidara ceberût bi hevre têbikoşin. Li aliyekî kampanya qeyûman ku bi yekperestî û yek mirovî dixwaze her tiştî bi xwe ve girê bide heye. Li aliyê din kampanya hişmendiya demakrasî, pir rengî û pir dengî ya hemû reng û baweriyan di nava xwe de dihêle heye. Werin em hemû bibin yek û li dijî feraseta ceberût a qeyûman piraniyê biparêzin û xwe bi rêve bibin. 
 
WALÎ ZEVIYÊN XEZÎNEYÊ DIFIRIŞE 
 
Temellî, bang li hemû pêkhateyên Tirkiye yên demokratîk û muxalif jî kir û wiha pêde çû: "Em carek din dubare dikin. Werin em di hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji bo siyaseta demokratîk û welatekî demokratîk bi ruhê tura duyemîn a hilbijartina 24'ê hezîranê têbikoşin. Werîn em Makeqanûna Demokratîk û Azadîparêz bi hevre ava bikin. 
 
Temellî, helwesta qeyûman a deyn û nelirêtiyan jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Walî li vir çavkaniyên gel çarçûr dike. Araziyê mafê xezîneyê difiroşe. Em dipirsin tu malê kê difiroşe kê. Yê ku vê yekê dikin sûc dikin. Dema van qeyûman ev şaredarî dewir girtin, tu deynê wan tune bû. Tu deynê wan tune bû. Nelirêtî tune bû. Lê niha di bin deynan de ne. Ji nelirêtiyê derbas nabe. Em dibêjin ev qeyûm dê deynê xwe jî bi xwe re bibin. Bila wisa ne li bendê bin ku deynê xwe ji mere bihêlin û biçin. Em dibêjin li gel qeyûman hûn dê deynê vî sûcî bidin û biçin. Kê ev deyn çêkirine ew dê vî deyni bidin. Ger ku gel ev deyn çê kiribe. Tabî gel dê li deynê xwe xwedî derkeve û bide. Lê ne wisa ye. Feraseta ku hêj pirsgirêka avê çareser nekiriye, bê navber peyarêyan çê dike. Heta gel xwe bi xwe bi rêve nabe, xizmet demokratîk nabe. Em bang li hemû gelan dikin ku dem dema yekîtiyê ye. Li dijî îktîdarê divê em bi rûmet bibin yek û bi hevre vî welatî ji vê rewşê xelas bikin." 
 
Civînê piştre bi pirs  û bersîvan berdewam kir. Temellî, dê piştre li Wanê esnafan ziyaret bike. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/10/2018
09:12 ‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'
09:12 Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in
09:10 'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin'
09:09 ‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin'
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
16/10/2018
17:14 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin
17:12 Daxwaza berdana Guven hat redkirin
17:08 Îdîaya rastî daneyên kuştina rojnameger Kaşikçi hatin
16:45 Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin
16:21 Raportora PE Katî Pîrî HDP’ê ziyarfet kir
16:00 Li Hênê operasyon: Rêyên gundan girtin
15:30 Girtiyên doza Nisêbinê tecrîd şermezar kir parastin nekirin
15:25 Cenazeyê Dûrgûn hat definkirin
15:16 KA.DER dest bi ‘Akademiya Rêveberiyên Herêmî’ dike
14:31 Karkerên Şaredariya Aydinê 100 rojin têdikoşin
14:30 Temellî li Colemêrgê ye: Em ê bi hevre vê tabloyê biguherîn in
14:00 ÎHD: Bila KHK’ya jimara 695’an bê betalkirin
13:45 Buldan: Divê teqez em tecrîdê bişkînin
13:40 H.K. a polîsên sîvîl ew binçav kirin: Ewlekariya canê min tune ye
13:21 Bajarê ji tarîtiyê ber bi roniyê ve diçe: Reqa
13:01 Şandeya HDP’ê çû Taxa Çemê Elîka
12:48 Di 24 saetan de 4 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:17 Li Lîcê muxtarek hat girtin
11:55 Parêzerên Ocalan cara 755’an serî dozgeriya Bûrsayê dan
11:19 Cenazeyê Îbrahim Durgun 3 meh şûnde dan malbatê
11:07 Selçûk Kose li Meletiyê hat veşartin
10:44 Taşdemîr: Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin
10:24 Serokên 4 şaxên Halkevlerî hatin binçavkirin
10:05 Li traktora li pêş meclisê ranewestiya gule reşandin
10:02 Esnafên Tûzla: Bi zeman zilmê dikin
09:55 Guney: Divê têkoşînek bi giştî li dijî faşîzma civakî bê dayîn
09:09 Destana bi dehan sal berê, bi dengê wî dîsa zindî dibe
09:08 Kedkarên tenduristiyê: Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin
09:07 Karkerên mexdurê qeyûmê: Paqijkirina qeyûm ji bo me rûmet e
09:06 Komir ji sedî 80 biha bû
09:05 Bav: Ji ber kurê min rastî îşkenceyê hat min kurê xwe nas nekir
09:05 Ji ber krîzê êdî kes nikara zebze û fêkiyan bikire
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2018'AN
15/10/2018
18:00 KESK: Bila berî butçeyê peymanek tomorî ya rast çêkin
17:19 DÎSK-AR: 6 milyon kes bêkar in
16:49 Nekarîbû deynê xwe bide întihar kir
16:39 HDP: Di salek dawî de çend kesan ji ber krîza aborî întîhar kir?
15:42 Di Doza Nisêbînê de Ocalan û rêveberiyên xweser hatin parastin
15:28 Temellî: Fikira Ocalan pêş xist tu car nayê tecrîdkirin
14:35 Li Kîlîsê eskerek bi guman hat kuştin
14:30 Kurtulan: Dawiya tirsê tuneye, dê HDP bi ser bikeve
13:35 Wekila HDP'ê Guzel xwest meclîs êrîşa li dijî Amedsporê lêkolîn bike
13:28 Ji bo Idlîbê ji Sûriyeyê hişyarî: Emê bêdeng nemîn in
13:01 Suleyman Soylu 259 keya ji peywirê girt
12:18 HDP dê 20'ê Cotmehê starta hilbijartina rêveberiyên herêmî bide
11:49 Kurkçu: Hilbijartina şaredariyan meseleya rûmetê ye
10:55 Serokê Baroya Amedê Aydin: Dem dema Baroya Amedê ye
10:54 Operatorê di bin forkliftê de ma jiyana xwe ji dest da
10:32 Beştaş: Her kêliya Guven a li girtîgehê li dijî hiqûqê ye
10:09 Alkoçlar ji bo otela 70 salan konkordato xwest
09:46 'Dijberiya Kurdan xelek e di stûyê wan de'
09:05 Pekoz: DYA nikare bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê bazarê bike
09:04 'Bila jin netirsin binivîsin'
09:04 Derhêner Ergul: Li dijî talankirina Heskifê bêdeng nemînin
09:04 ‘Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin'
09:03 Akyol: Wezareta Xebatê divê ne li gel patronan li gel karkeran rûne
09:03 CÎSST: Li kawîşa 12 kesan 30 girtî dimînin
09:03 'Sedema cînayetên jinan bêceza hiştin e'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2018'AN
14/10/2018
20:44 SYKP'ê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
20:23 Karkerê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
19:58 Baroya Amedê ji bo serokatiyê Prz Cihan Aydin hilbijart
18:09 ‘Kurdî zimanê helbestan e, bi rakirina medreseyan helbestkariya kurd darbe xwar'
18:00 Rojnameger Bagdu li ser tirba xwe hat bibîranîn
17:39 Koçyîgît: Em îtîrazên xwe bikin yek
15:53 Aktîvîsta TJA Çerçel hat binçavkirin
14:13 Di qezaya li Colemêrgê de 2 zarok mirin
14:04 'Em dê li dijî girtiyan hêza xwe xurt bikin'
14:03 HDP’ê li Çukurova Konferansa Ciwanan pêk anî
12:43 Li Hîzanê qedexeya kolanan hat îlankirin
12:20 Karadag: Li Tirkiye duh cemaet bû îro hikûmet e
11:58 Parlamenterên jin ên HDP’î: Em ê bi vînek bihêztir beşdarî hilbijartinê bibin
11:35 Biryara binçavkirina Aydogdu yê krîza dil derbas kir rakirin
11:28 Ewil 'komîserê TEM'ê' geriya û piştre binçav kirin
10:50 ‘Me Mînbîc ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê nedin tu hêzên dagirker’
10:35 Kamyona penaberan qulipî: 22 penaber mirin
10:35 Hevseroka HDP’ê ya Amedê: Emê bi hêztir beşdarî hilbijartina herêmî bibin
10:32 'Qeyûm dê deynê xwe hilgirin û biçin'
09:11 Endamê Navendî ya FHKC'ê Abu Ali Hasan: Kurd dê taliyê mafê xwe bistînin
09:09 Kirkaya: Çapemeniya kurd di hedefa hemû îktîdaran de ye lê dîsa jî rêwîtiya heqîqetê nayê sekinandin
09:07 Mehmet Ocalan: Çi dikin bila bikin, lê dê tecrîd bê pûçkirin
09:06 Hewaya Êlihê tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dike
09:04 Derûniya zarokê ku kûçikê qeymeqam ew gez kir nebaş e
09:02 Gurkan: Binçavkirin û girtin nexşerêya hikûmetê ye
09:00 ‘Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2018'AN
13/10/2018
20:24 Li girtiyê nexweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûye muayeneya bi kelemçekirî tê ferzkirin
17:34 Aydogdu yê dibin çavan de krîza dil derbas kir dibin çavdêriyê deye
16:03 Birûskê li herêma operasyonê xist: 4 leşker birîndar bûn
15:37 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Akbaş bê berdan
15:21 Temellî: Heta Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bidome
15:20 Ozturk: Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be
Yuksekdag: Faşîzmê nekarîbû vîna me bişkîne
14:54 Li Amed û Êlihê aqûbeta windakiriyan hat pirsîn
14:53 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta 11 welatiyên Pasûrê pirsî
14:27 Rojnameger Bagdu hat bibîranîn