ENQERE - Endamê Navendî yê Eniya Rizgariya Gel a Filistinê Abu Ali Hasan, diyar kir ku dawiya dawî dê gelê kurd mafê xwe bi dest bixe. Hasan, da zanîn ku rizgariya gelên Rojhilat bi têkoşîna hevpar a gelan pêkan e.
Endamê Navendî yê Eniya Rizgariya Gel a Filistinê Abu Ali Hasan, der barê tekoşîna demokrasî û mafên mirovan a li Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxandin kir. Hasan, diyar kir ku di seri de gelê kurd, hemû gelên li Rojhilata Navîn dê mafê xwe bi têkoşîna hevpar bi dest bixin. Hasan, anî ziman ku dê gelê kurd mafê xwe bi dest bixe û wiha got: "Rizgariya gelên Rojhilat bi têkoşîna hevpar a gelan pêkan e. Gelen li Rojhilata Navîn ji bo mafê xwe bistînin û mafê wan ê civakî û neteweyî bê naskirin bi sedsalan in têdikoşin. Ji bo mafê xwe bi dest bixin divê di nava xwe de hêza demokrasiyê pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin. Divê li welatê wan demokrasi pêş bikeve. Divê welatê hiqûqê bê avakirin. Heta ku li welatekî hiqûq û demokrasî pêş nekeve ew civak û netew dê bi zahmetî mafê xwe bi dest bixe. Divê têkoşîna ku dewlet û ol ji hevdu cuda dike pêş bikeve. Ger ku li welatekî mafê kesan û civakê yê azadiya raman û baweriyê tune be, dîsa mafê welatîbûnê tune be, mixabin nikare me bibe rizgariyê. Divê berî her tiştî mafê azadiya bawerî û ramanê hebe."
‘RÊVEBERIYA TIRKIYEYÊ LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE'
Hasan, destnîşan kir ku gelên li Tirkiye ji demek dirêj e ji bo demokrasî û parastina mafên mirovan têdikoşin û wiha lê zêde kir: "Heta ku em azadiyê û demokrasiyê bi hevre girê nedin, azadiya civakê û netewan pêş nakeve. Divê em tekiliya wan a yekpare bibînin. Li Tirkiyeyê rêveberiya Tirkiye Tirkiye li dijî demokrasiyê ye. Li dijî azadiyan e. Kurd li Rojhilata Navîn pêkhateyek girîng in. Kes nikare kurdan înkar bike. Kîjan rêveberî dibe bila bibe, divê qebûl bikin ku kurd rastiyek li ser vê erdnigariyê ye. Divê qebûl bikin ku taliya talî kurd dê mafê xwe bi dest bixin. Heta ku hemû mafê gelê kurd neyê dayîn demokrasî pêş nakeve. Divê hemû mafê wan ku karibin xwe bi xwe bi rêve bibin bê dayîn."
‘EM LI PIŞT MODELA KURDAN A JIYANA HEVPAR IN'
Hasan, heri dawî da zanîn ku kurd li dewletên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye dijîn û van dewletan mafê wan desteser kiriye û bi salan in kurd ji bo mafê xwe yên xweser têdikoşin û wiha bi dawî kir: “Kurd li çar perçeyan dijîn. Mafê wan ê bi hevre bijîn heye. Mafê wan ê qedera xwe bi xwe diyar bikin heye. Mafê wan ê modela jiyana hevpar û xweer heye. Dîsa wekî modela Rojava mafê wan ê di nava welatê xwe de bi gelên din re hevpar bijîn heye. Dikarin di nava welatekî de li herêma xwe xweser bijîn."
MA / Dîren Yurtsever