ENQERE – Endama ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku muayene bi weziyeta kelemçekirî li girtiyê nexweş Sînan Akbayir ê nexweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûye tê ferzkirin û xwest demildest cezayê wî bê taloqkirin.
Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 2016'an de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sînan Akbayir. Di daxuyaniya ku li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat dayîn de, Endama desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen, destnîşan kir ku her diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sînan Akbayirê ku di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê de ye û nexweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûye.
‘XWARINÊN DIYETÊ NADINÊ'
Çevîrmen, bi bîr xist dema cara ewil Akbayir serî li Saziya Tiba Edlî daye saziyê 6 mehan cezayê wî taloq kiriye, lê belê di serlêdana duyemîn de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane wî. Çevîrmen, diyar kir ku di serlêdana sisêyan de jî daxwazên Akbayir hatine redkirin û got: "Ji ber nexweşîna wî dema wî sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturk a Îzmîrê dikin, nexweşxane diyar dike ku divê bê tedawîkirin û di 3'yê Sibata 2004'an de biryara tedawîkirina Akbayir tê dayîn." Çevîrmen diyar kir ku lê belê di rapora 22'yê Tîrmeha 2005'an de hatiye diyarkirin ku xwarinên diyetê yên tên dayîn ne li gor tenduristiya wî ne û xwarin baş nayê dayîn.
‘MUAYENEKIRINA DI WEZIYETA BI KELEMÇEKIRÎ LÊ TÊ FERZKIRIN'
Çevîrmen bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di dema muayenekirin Akbayir de jî û got: "Di nameya ku herî dawî şand de, diyar dike ku ji bo raporên wî bên nûkirin û nexweşîna wî ji nû ve bê tespîtkirin serî li saziyên eleqedar daye. Di nivîsên jê re hatine şandin de hatiye gotin ku dê sewqa wî bê kirin. Lê belê îdareya girtîgehê ev sewq pêk neaniye. Loma raporên wî nehatine nûkirin û nizane nexweşîna wî di kşjan astê de ye. Her wiha di hin sewqên nexweşxaneyê yên ji bo nexweşînên din jî, sewqên wî bi derengî tên xistin û bi rîng tê sewqkirin û di dema muayenekirinê de muayeneya di weziyeta kelemçekirî lê tê ferzkirin."
‘DIVÊ CEZA BÊN TALOQKIRIN'
Çevîrmen anî ziman ku muayeneya di weziyeta kelemçekirî ya li girtiyên nexweş tê ferzkirin bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Divê serlêdanên Sînan Akbayir bên bersivandin û sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Ne mimkun e ku kesekî enxweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûbe di girtîgehê de bimîne. Lê belê gelek girtiyên nexweş ên bi vî rengî di girtîgehê dene. Divê tetkîkên Akbayir bên kirin, rapora wî ji nû ve bê sererastkirin û cezayê wî bê taloqkirin."