AMED - Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hîlmî Aydogdu yê di çarçoveya operasyona Amedê de hat binçavkirin û dibin çavan de krîza dil derbas kir, bi giştî rewşa wî baş dibe, lê di odeya çavderiyê de tê girtin.
Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Hîlmî Aydogdu yê di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê, di 9’ê Cotmehê de hat binçavkirin û di 10’ê Cotmehê dibin çavan de krîza dil derbas kir, li nexweşxanê emeliyeta anjiyo derbas kir. Aydogdu yê ev sê rojin ji ber rîska carek din krîza dil derbas bike, di beşa lezgîn de dihat girtin.
Li gorî agahiyên bijîşkên derbarê Aydogdu de dayîn, bi giştî rewşa wî baş dibe, lê hîna jî rîska ku carek din krîza dil derbas bike heye. Hat diyar kirin ku ji ber vê di odeya çavderiyê de tê girtin.