STENBOL - Komîsyona Girtîgahan a ÎHD’ê, xwest girtiyê nexweş ê gurçika wî ya rastî îflas kirî û gurçika wî ya çepê ji sedî 74 dixebite Fîkret Akbaş bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş, xwest li qada Galatasarayê çalakiya 345’emîn a Rûniştina F pêk bîne, lê polîsan asteng kirin. Li ser vê yekê çalakî li avahiya şaxa ÎHD’a Stenbolê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Fîkret Akbaş bê berdan” hat vekirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş Fîkret Akbaş bê berdan.
‘JI KESÊN NAXWAZIN BIBÎHÎSIN RE ÎNAD’
Acettîn, diyar kir ku girtîgehe rûyê rast ê vî welatiye û wiha axivî: “Di girtîgehan de azadî û mafên mirovan tuneye. Hemû wijdan û mafên mirovan dibin êrîşan dene. Her çiqasê rayedar dengê me nebihîsin jî, emê dîsan dengê xwe bilindtir bikin.”
‘HER KU DIÇE REWŞA AKBAŞ XERABTIR DIBE’
Acettîn, di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fîkret Akbaş û wiha got: “Akbaş berî 8 salan di Newroza Sîlopî de hat binçavkirin. Doza wî di sala 2016’an de bi encam bû û 5 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Qeyserî tê girtin. Gurçika wî ya rastî îflas kirî û gurçika wî ya çepê ji sedî 74 dixebite. Akbaş li girtîgehê nayê derman kirin. Divê tim di kontrola bijîşkan de be. Birayê Akbaş Serbest Akbaş derbarê wî de ev agahî dan me; ‘Piştî birayê min ket girtîgehê dermankirina wî di nivî de ma. Demek dirêj nebirin nexweşxanê. Ev yekê encamên pir nebaş bi xwe re anîn. Êdî nexweşiya wî giran bûye. Divê derve de bê derman kirin. Ji bo ku em karibin biçin hevdîtina wî em dixwazin sewqa wî ji bo girtîgehek nêzî malbatê bê kirin.”
Acettîn, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Em dixwazin Akbaş û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ji bo ku li dijî hemû awayên êrîş, îşkenc û tecrîdê mafê mirovan û mirovahî bi ser bikeve, emê têkoşîna xwe bê navber berdewam bikin.”