Temellî: Heta Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bidome

img
RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya rêxistina xwe ya Rihayê de axivî û got: “Heta ev tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn dewam bike.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dawetê ya Şehîtlîk Çamlik li dar xist. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP’ê yên Rihayê û bajarên herêmê, ji malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar, malbata Îbrahîm Ayhan ê demek beriya jiyana xwe ji dest da, malbata rojnameger Rohat Aktaş ê li jêrzemîna Cizîrê jiyana xwe ji dest da û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û gellek welatî beşdarî kongreyê bûn. Jin bi cilên xwe netewî beşdarî kongreyê bûn. Li salonê pankartên “Em ê li dijî qirkirina siyasî serê xwe netewînin”, “Malbata Şenyaşar û şehdî şoreşê bêmirinin”, “Jin jiyan azadî” û “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînin” daliqandin. Wêneyên Îbrahîm Ayhan û Muhsîn Melîk jî hatin daliqandin. 
 
‘ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E’ 
 
Kongreyê piştî strandina Hozan Serwan ê herêmî dest pê kir. Rêz hat girtin. Ewil Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku tekane çareseriya aloziyên li Tirkiyeyê bi rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e. 
 
Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Nîmetullah Erdogmuş jî axaftinên kurt kirin.
 
‘RIHA DESTPÊK E’ 
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî derket kursî û axivî. Temellî di kongreyê de wiha axivî: “Dema pêşiya me em ê hemû bi hev re Rihayê ji vê zîhnetiya ceberut rizgar bikin. Riha destpêkek e. Riha siberoja me ye. Ji bo em xwedî li wê siberojê derkevin em li vir in û di nav gel de ne. Em ê bi gel re têbikoşin. Ev ax bi xêr û bereket e. Em ê aştiyê binîn ser vê axê. Vî welatî edalet û wîjdana xwe winda kir. Vê îxtîdarê edaletê ji salonên dadgehan derxist. Ev rejîma otorîter rejîma yek zilamî ye. Li dijî vê bê edaletiyê wê berxwedana me her hebe. HDP ev e. 
 
BAZARIYA BRUNSON TUNDIYE 
 
Brunson bi bazariyekê hat berdan. Ev bazarî tundî û bê edaletiyek mezin e. Cezakirina kesan ji qesrê tê. Dibêje ‘Keşe binçav bikin’ binçav dikin. Dibêje ‘bigirin’ digirin. Dibêje ‘berdin’ berdidin. Ev e edalet. Aramî û ewlehiya tu kesî nema. Nêrîna dê mêze bike nemaye. Hêviyên vî welatî didizin. Her ku HDP hebe wê hêvî mezin bibin. Em ê li dijî van hemû tiştan wek partiya hêviyê rêya xwe dewam bikin. 
 
WELAT HATIYE TECRÎDKIRIN 
 
Heta ku tecrîdkirin Birêz Ocalan û azad bibe wê ev têkoşîn dewam bike. Ev tecrîd li ser hemû welat hatiye sepandin. Ev tecrîd li er gelan ên ku li benda çareserî û aştiyê ne hatiye sepandin. 
 
EDALET DI ÇAVÊ DAYIKA EMÎNE DE YE 
 
Edaletê ji salonan qewirandin. Heke hûn li edaletê bigerin werin edalet di çavê dayika Îbrahîm Ayhan û dayika me Emîne Şenyaşar de ye. 
 
EM Ê QEYÛMAN PAQIJ BIKIN 
 
Em ê xwedî li siberoja xwe derkevin. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Em ê hemû bên cem hev û li dijî faşîzmê derkevin. Em ê mil bidin milê hev û hemû qeyûman ji vê erdnîgariyê paqij bikin û bişînin. Ew jî vê yekê dizanin ji ber wê ditirsin. Di xewnên şevan de kabûsan dibînin. Hûn bûne kabûsa nav dilê wan.” 
 
Wek ku hosteyê mezin Yilmaz Guney digot ‘Bila dost û dijmin dizanibe teqez em ê bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Di hilbijartina 555 delegeyên dengê xwe bikaranîn de Aliye Kizildamar û Îbrahîm Halîl Akbaş bûn hevserokê HDP’a Rihayê. 
 

Sernavên din

17/10/2018
09:12 ‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'
09:12 Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in
09:10 'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin'
09:09 ‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin'
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
16/10/2018
17:14 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin
17:12 Daxwaza berdana Guven hat redkirin
17:08 Îdîaya rastî daneyên kuştina rojnameger Kaşikçi hatin
16:45 Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin
16:21 Raportora PE Katî Pîrî HDP’ê ziyarfet kir
16:00 Li Hênê operasyon: Rêyên gundan girtin
15:30 Girtiyên doza Nisêbinê tecrîd şermezar kir parastin nekirin
15:25 Cenazeyê Dûrgûn hat definkirin
15:16 KA.DER dest bi ‘Akademiya Rêveberiyên Herêmî’ dike
14:31 Karkerên Şaredariya Aydinê 100 rojin têdikoşin
14:30 Temellî li Colemêrgê ye: Em ê bi hevre vê tabloyê biguherîn in
14:00 ÎHD: Bila KHK’ya jimara 695’an bê betalkirin
13:45 Buldan: Divê teqez em tecrîdê bişkînin
13:40 H.K. a polîsên sîvîl ew binçav kirin: Ewlekariya canê min tune ye
13:21 Bajarê ji tarîtiyê ber bi roniyê ve diçe: Reqa
13:01 Şandeya HDP’ê çû Taxa Çemê Elîka
12:48 Di 24 saetan de 4 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:17 Li Lîcê muxtarek hat girtin
11:55 Parêzerên Ocalan cara 755’an serî dozgeriya Bûrsayê dan
11:19 Cenazeyê Îbrahim Durgun 3 meh şûnde dan malbatê
11:07 Selçûk Kose li Meletiyê hat veşartin
10:44 Taşdemîr: Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin
10:24 Serokên 4 şaxên Halkevlerî hatin binçavkirin
10:05 Li traktora li pêş meclisê ranewestiya gule reşandin
10:02 Esnafên Tûzla: Bi zeman zilmê dikin
09:55 Guney: Divê têkoşînek bi giştî li dijî faşîzma civakî bê dayîn
09:09 Destana bi dehan sal berê, bi dengê wî dîsa zindî dibe
09:08 Kedkarên tenduristiyê: Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin
09:07 Karkerên mexdurê qeyûmê: Paqijkirina qeyûm ji bo me rûmet e
09:06 Komir ji sedî 80 biha bû
09:05 Bav: Ji ber kurê min rastî îşkenceyê hat min kurê xwe nas nekir
09:05 Ji ber krîzê êdî kes nikara zebze û fêkiyan bikire
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2018'AN
15/10/2018
18:00 KESK: Bila berî butçeyê peymanek tomorî ya rast çêkin
17:19 DÎSK-AR: 6 milyon kes bêkar in
16:49 Nekarîbû deynê xwe bide întihar kir
16:39 HDP: Di salek dawî de çend kesan ji ber krîza aborî întîhar kir?
15:42 Di Doza Nisêbînê de Ocalan û rêveberiyên xweser hatin parastin
15:28 Temellî: Fikira Ocalan pêş xist tu car nayê tecrîdkirin
14:35 Li Kîlîsê eskerek bi guman hat kuştin
14:30 Kurtulan: Dawiya tirsê tuneye, dê HDP bi ser bikeve
13:35 Wekila HDP'ê Guzel xwest meclîs êrîşa li dijî Amedsporê lêkolîn bike
13:28 Ji bo Idlîbê ji Sûriyeyê hişyarî: Emê bêdeng nemîn in
13:01 Suleyman Soylu 259 keya ji peywirê girt
12:18 HDP dê 20'ê Cotmehê starta hilbijartina rêveberiyên herêmî bide
11:49 Kurkçu: Hilbijartina şaredariyan meseleya rûmetê ye
10:55 Serokê Baroya Amedê Aydin: Dem dema Baroya Amedê ye
10:54 Operatorê di bin forkliftê de ma jiyana xwe ji dest da
10:32 Beştaş: Her kêliya Guven a li girtîgehê li dijî hiqûqê ye
10:09 Alkoçlar ji bo otela 70 salan konkordato xwest
09:46 'Dijberiya Kurdan xelek e di stûyê wan de'
09:05 Pekoz: DYA nikare bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê bazarê bike
09:04 'Bila jin netirsin binivîsin'
09:04 Derhêner Ergul: Li dijî talankirina Heskifê bêdeng nemînin
09:04 ‘Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin'
09:03 Akyol: Wezareta Xebatê divê ne li gel patronan li gel karkeran rûne
09:03 CÎSST: Li kawîşa 12 kesan 30 girtî dimînin
09:03 'Sedema cînayetên jinan bêceza hiştin e'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2018'AN
14/10/2018
20:44 SYKP'ê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
20:23 Karkerê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
19:58 Baroya Amedê ji bo serokatiyê Prz Cihan Aydin hilbijart
18:09 ‘Kurdî zimanê helbestan e, bi rakirina medreseyan helbestkariya kurd darbe xwar'
18:00 Rojnameger Bagdu li ser tirba xwe hat bibîranîn
17:39 Koçyîgît: Em îtîrazên xwe bikin yek
15:53 Aktîvîsta TJA Çerçel hat binçavkirin
14:13 Di qezaya li Colemêrgê de 2 zarok mirin
14:04 'Em dê li dijî girtiyan hêza xwe xurt bikin'
14:03 HDP’ê li Çukurova Konferansa Ciwanan pêk anî
12:43 Li Hîzanê qedexeya kolanan hat îlankirin
12:20 Karadag: Li Tirkiye duh cemaet bû îro hikûmet e
11:58 Parlamenterên jin ên HDP’î: Em ê bi vînek bihêztir beşdarî hilbijartinê bibin
11:35 Biryara binçavkirina Aydogdu yê krîza dil derbas kir rakirin
11:28 Ewil 'komîserê TEM'ê' geriya û piştre binçav kirin
10:50 ‘Me Mînbîc ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê nedin tu hêzên dagirker’
10:35 Kamyona penaberan qulipî: 22 penaber mirin
10:35 Hevseroka HDP’ê ya Amedê: Emê bi hêztir beşdarî hilbijartina herêmî bibin
10:32 'Qeyûm dê deynê xwe hilgirin û biçin'
09:11 Endamê Navendî ya FHKC'ê Abu Ali Hasan: Kurd dê taliyê mafê xwe bistînin
09:09 Kirkaya: Çapemeniya kurd di hedefa hemû îktîdaran de ye lê dîsa jî rêwîtiya heqîqetê nayê sekinandin
09:07 Mehmet Ocalan: Çi dikin bila bikin, lê dê tecrîd bê pûçkirin
09:06 Hewaya Êlihê tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dike
09:04 Derûniya zarokê ku kûçikê qeymeqam ew gez kir nebaş e
09:02 Gurkan: Binçavkirin û girtin nexşerêya hikûmetê ye
09:00 ‘Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2018'AN
13/10/2018
20:24 Li girtiyê nexweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûye muayeneya bi kelemçekirî tê ferzkirin
17:34 Aydogdu yê dibin çavan de krîza dil derbas kir dibin çavdêriyê deye
16:03 Birûskê li herêma operasyonê xist: 4 leşker birîndar bûn
15:37 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Akbaş bê berdan
15:21 Temellî: Heta Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bidome
15:20 Ozturk: Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be
Yuksekdag: Faşîzmê nekarîbû vîna me bişkîne
14:54 Li Amed û Êlihê aqûbeta windakiriyan hat pirsîn
14:53 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta 11 welatiyên Pasûrê pirsî
14:27 Rojnameger Bagdu hat bibîranîn