Ozturk: Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be
Yuksekdag: Faşîzmê nekarîbû vîna me bişkîne

img

ENQERE - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di kongreya SYKP'ê de axivî û got: "Bi tecrîdkirina Ocalan şer bêtir kûr bû. Lê çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be. Siyasetmedar Fîgen Yuksekdag jî ji girtîgehê peyam şand û got: "Her çend Faşizm me dîl bigire jî vîna me neşikand û nikare bişkîne." 

 
Partiya Ji Nûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela Akar International li dar xist. Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Rizgariya Lubnanê Ahmet Dagher, Berpirsê Têkiliyên Derve ya Eniya Gel a Tunusê Walid Abbasî, Endamê Navenda Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Abu Alî Hasan, Berpirsê Têkiliyên Derve ya Partiya Hinçak a Demokrata Sosyal a Ermen Îskandar Keuchkarian, Hevberdevka HDK’ê Gûlîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Kubilay Gunay, wekîlên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy û Tulay Hatimogullari, rêveberên ESP, Partiya Kesk a Çep, DÎSK, KESK û gellek kes beşdarî kongreyê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê peyam şand. Endama Dîwanê Sevîl Topaloglu peyama Yuksekdag xwend. Yuksekdag, di peyama xwe de wiha got: "Her çend em ji hev dûr bin jî em di zindanên faşizmê de dilê me di heman xetê de ye. Her çend em di pêvajoya zext, tundî, binçavkirin, girtin û girtina karkeran re derbas bibin jî em dê bi ser bikevin.  Tevi hemû zextan kongreya 3’emîn nîşana serkeftina me ye. Her çend Faşizm û qesr me dîl bigire jî bi ser neketiye û nikare bi ser bikeve. Nikare fikrên me dîl bigire. Nikare HDP’ê tune bike. Nikare têkoşîna me ya hevpar asteng bike Ez bi baweriya ku em bi berxwedanê bi ser bikevin we û mêvanên we silav dikim." 
 
150 HEVALÊN ME HATIN BINÇAVKIRIN
 
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay jî diyar kir ku kapîtalizm li hemû cîhanê di nava krîzê de dijî. Kemalbay, da zanîn ku kapîtalîzm dixwaze li ser pişta kedkaran xwe ji vê krîzê xelas bike. Kemalbay, bal kişand ser zextên li ser partiya xwe û wiha got: "Di rojên dawî de 150 hevalên me hatin binçavkirin. Ev nîşan dide ku bi van binçavkirinan dixwazin pergala xwe ya yek zilamî bikin sazî û bi rêxistin bikin. Lê em dê bêtir têbikoşin û em dê xwe bêtir xurt bikin. Em dizanin ku referanduma 16'ê nîsanê ne rewa ye. Hemû bi zext û lîstikan pêk hat. Em dê di demên pêş de tifaqa bi jin, ciwan, karker û kedkaran re mezin bikin. Em dê tifaqa bi gelan re mezin bikin û rêya xwe berdewam bikin. Tifaqa AKP-MHP'ê bi polîtîkayên dîlgirtinê dixwaze hebûna xwe li ser piyan bihêle." 
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê MEZIN BIBIN' 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî, diyar kir ku zextên li ser tevger û partiya wan, li wan ferz dike ku bêtir bi hevre milê xwe bidin hev û têkoşîna xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Em dê bibin yek. Em mecbûrin li dijî faşîzma AKP-MHP'ê zêde bibin. HDK û HDP jî bi vê armancê hatiye avakirin. Divê em bi hevre destê xwe têxin bin kevir. Divê em eniya Demokrasiyê xurt bikin. Divê em li dijî faşîzmê eniyek xurt ava bikin.  
 
'BI TECRÎDÊ BIRYARA ŞER GIRTIN'
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di kongreya SYKP'ê de axivî û got: "Bi tecrîda li ser Ocalan şer bêtir kûr bû. Lê çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be. Di 3 salên dawî de AKP-MHP îtîfaqek qirêj dide meşandin. Di 3 salên dawî de plana rizandinê dimeşîne. Li ser navê kurdan çi hebe diwaze winda bike û tune bike. Armanca plana têkçûnê ev e. 5'ê Nîsana 2015'an destpêka plana tunekirinê ye. Bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara şer dan û şer kûr kirin. Plana têkçûnê di 5'ê Nîsanê de dan destpêkirin. Felsefeya Birêz Ocalan di serî de ji bo gelê Tirkiye û hemû gelê Rojhilata Navîn armanc dike ku di nava wekhevîe û azadiyê de bijîn. Armanca komploya navdewletî jî li dijî vê felsefeyê ye. Ji ber vê yekê ez komplo şermezar dikim." 
 
'ENCAM ÇI BIBE BILA BIBE DÊ MUHTEŞEM BE' 
 
Ozturk, herî dawi anî ziman ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû gel hatiye tecrîdkirin û wiha bi dawî kir: “Li ser axa Kurdistanê mirovên me, bajar û daristanên me, ji holê hatin rakirin. Li Amedê bi êrîşa li dijî Sûrê dîrok û çand hat talankirin. Li Kurdistanê daristan tên talankirin. 3 salin li Licê derve li welatiyan tê qedexekerin. Me li dijî van zextan çong danenî, ji niha û şûnde jî em çong danînin. Encam çi bibe bila bibe dê dawî muhtaşem be." 
 

Sernavên din

17/10/2018
09:12 ‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'
09:12 Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in
09:10 'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin'
09:09 ‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin'
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
16/10/2018
17:14 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin
17:12 Daxwaza berdana Guven hat redkirin
17:08 Îdîaya rastî daneyên kuştina rojnameger Kaşikçi hatin
16:45 Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin
16:21 Raportora PE Katî Pîrî HDP’ê ziyarfet kir
16:00 Li Hênê operasyon: Rêyên gundan girtin
15:30 Girtiyên doza Nisêbinê tecrîd şermezar kir parastin nekirin
15:25 Cenazeyê Dûrgûn hat definkirin
15:16 KA.DER dest bi ‘Akademiya Rêveberiyên Herêmî’ dike
14:31 Karkerên Şaredariya Aydinê 100 rojin têdikoşin
14:30 Temellî li Colemêrgê ye: Em ê bi hevre vê tabloyê biguherîn in
14:00 ÎHD: Bila KHK’ya jimara 695’an bê betalkirin
13:45 Buldan: Divê teqez em tecrîdê bişkînin
13:40 H.K. a polîsên sîvîl ew binçav kirin: Ewlekariya canê min tune ye
13:21 Bajarê ji tarîtiyê ber bi roniyê ve diçe: Reqa
13:01 Şandeya HDP’ê çû Taxa Çemê Elîka
12:48 Di 24 saetan de 4 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:17 Li Lîcê muxtarek hat girtin
11:55 Parêzerên Ocalan cara 755’an serî dozgeriya Bûrsayê dan
11:19 Cenazeyê Îbrahim Durgun 3 meh şûnde dan malbatê
11:07 Selçûk Kose li Meletiyê hat veşartin
10:44 Taşdemîr: Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin
10:24 Serokên 4 şaxên Halkevlerî hatin binçavkirin
10:05 Li traktora li pêş meclisê ranewestiya gule reşandin
10:02 Esnafên Tûzla: Bi zeman zilmê dikin
09:55 Guney: Divê têkoşînek bi giştî li dijî faşîzma civakî bê dayîn
09:09 Destana bi dehan sal berê, bi dengê wî dîsa zindî dibe
09:08 Kedkarên tenduristiyê: Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin
09:07 Karkerên mexdurê qeyûmê: Paqijkirina qeyûm ji bo me rûmet e
09:06 Komir ji sedî 80 biha bû
09:05 Bav: Ji ber kurê min rastî îşkenceyê hat min kurê xwe nas nekir
09:05 Ji ber krîzê êdî kes nikara zebze û fêkiyan bikire
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2018'AN
15/10/2018
18:00 KESK: Bila berî butçeyê peymanek tomorî ya rast çêkin
17:19 DÎSK-AR: 6 milyon kes bêkar in
16:49 Nekarîbû deynê xwe bide întihar kir
16:39 HDP: Di salek dawî de çend kesan ji ber krîza aborî întîhar kir?
15:42 Di Doza Nisêbînê de Ocalan û rêveberiyên xweser hatin parastin
15:28 Temellî: Fikira Ocalan pêş xist tu car nayê tecrîdkirin
14:35 Li Kîlîsê eskerek bi guman hat kuştin
14:30 Kurtulan: Dawiya tirsê tuneye, dê HDP bi ser bikeve
13:35 Wekila HDP'ê Guzel xwest meclîs êrîşa li dijî Amedsporê lêkolîn bike
13:28 Ji bo Idlîbê ji Sûriyeyê hişyarî: Emê bêdeng nemîn in
13:01 Suleyman Soylu 259 keya ji peywirê girt
12:18 HDP dê 20'ê Cotmehê starta hilbijartina rêveberiyên herêmî bide
11:49 Kurkçu: Hilbijartina şaredariyan meseleya rûmetê ye
10:55 Serokê Baroya Amedê Aydin: Dem dema Baroya Amedê ye
10:54 Operatorê di bin forkliftê de ma jiyana xwe ji dest da
10:32 Beştaş: Her kêliya Guven a li girtîgehê li dijî hiqûqê ye
10:09 Alkoçlar ji bo otela 70 salan konkordato xwest
09:46 'Dijberiya Kurdan xelek e di stûyê wan de'
09:05 Pekoz: DYA nikare bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê bazarê bike
09:04 'Bila jin netirsin binivîsin'
09:04 Derhêner Ergul: Li dijî talankirina Heskifê bêdeng nemînin
09:04 ‘Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin'
09:03 Akyol: Wezareta Xebatê divê ne li gel patronan li gel karkeran rûne
09:03 CÎSST: Li kawîşa 12 kesan 30 girtî dimînin
09:03 'Sedema cînayetên jinan bêceza hiştin e'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2018'AN
14/10/2018
20:44 SYKP'ê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
20:23 Karkerê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
19:58 Baroya Amedê ji bo serokatiyê Prz Cihan Aydin hilbijart
18:09 ‘Kurdî zimanê helbestan e, bi rakirina medreseyan helbestkariya kurd darbe xwar'
18:00 Rojnameger Bagdu li ser tirba xwe hat bibîranîn
17:39 Koçyîgît: Em îtîrazên xwe bikin yek
15:53 Aktîvîsta TJA Çerçel hat binçavkirin
14:13 Di qezaya li Colemêrgê de 2 zarok mirin
14:04 'Em dê li dijî girtiyan hêza xwe xurt bikin'
14:03 HDP’ê li Çukurova Konferansa Ciwanan pêk anî
12:43 Li Hîzanê qedexeya kolanan hat îlankirin
12:20 Karadag: Li Tirkiye duh cemaet bû îro hikûmet e
11:58 Parlamenterên jin ên HDP’î: Em ê bi vînek bihêztir beşdarî hilbijartinê bibin
11:35 Biryara binçavkirina Aydogdu yê krîza dil derbas kir rakirin
11:28 Ewil 'komîserê TEM'ê' geriya û piştre binçav kirin
10:50 ‘Me Mînbîc ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê nedin tu hêzên dagirker’
10:35 Kamyona penaberan qulipî: 22 penaber mirin
10:35 Hevseroka HDP’ê ya Amedê: Emê bi hêztir beşdarî hilbijartina herêmî bibin
10:32 'Qeyûm dê deynê xwe hilgirin û biçin'
09:11 Endamê Navendî ya FHKC'ê Abu Ali Hasan: Kurd dê taliyê mafê xwe bistînin
09:09 Kirkaya: Çapemeniya kurd di hedefa hemû îktîdaran de ye lê dîsa jî rêwîtiya heqîqetê nayê sekinandin
09:07 Mehmet Ocalan: Çi dikin bila bikin, lê dê tecrîd bê pûçkirin
09:06 Hewaya Êlihê tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dike
09:04 Derûniya zarokê ku kûçikê qeymeqam ew gez kir nebaş e
09:02 Gurkan: Binçavkirin û girtin nexşerêya hikûmetê ye
09:00 ‘Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2018'AN
13/10/2018
20:24 Li girtiyê nexweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûye muayeneya bi kelemçekirî tê ferzkirin
17:34 Aydogdu yê dibin çavan de krîza dil derbas kir dibin çavdêriyê deye
16:03 Birûskê li herêma operasyonê xist: 4 leşker birîndar bûn
15:37 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Akbaş bê berdan
15:21 Temellî: Heta Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bidome
15:20 Ozturk: Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be
Yuksekdag: Faşîzmê nekarîbû vîna me bişkîne
14:54 Li Amed û Êlihê aqûbeta windakiriyan hat pirsîn
14:53 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta 11 welatiyên Pasûrê pirsî
14:27 Rojnameger Bagdu hat bibîranîn