Dayikên Şemiyê dîsa hatin asteng kirin: Em tenê edaletê dixwazin

  • rojane
  • 14:22 13 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku çalakiya wan ji hefteya 700'î ve li Qada Galatasarayê tê qedexekirin, di hefteya 707'an de tevî hemû astengiyên polisan dîsa li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbole kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikên rastî astengiya polîsan hatin bertek nîşanî polîsan dan û gotin "Hem we xizmên me winda kirin û hem hûn astengiyan derdixin. Em tenê edaletê dixwazin." 
 
Dayikên Şemiyê û xizmên windakiriyan, ku ji hefteya 700'î ve çalakiyên wan tên asten kirin, ji bo aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin, cara 707’emîn bi wêneyên xizmên xwe xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Dayik û mirovên Şamiyê ku tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyê rojnamegerê Siûdî Jamal Khashoggi (Cemal Kaşıkçı) jî rakirin. Ji ber ku polîsan dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kir destûr nedan ku dayik biçin qadê li wir daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê, li ber avahiya ÎHD'ê wêneyên windakiriyên xwe kirin destên xwe û xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Lê polîsan dayik û xizmê windayan asteng kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, parlamenter û rêveberên HDP û CHP'ê û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Ji ber ku polîsan xizmên windayan asteng kirin di navbera malbat û polîsan de niqaş derketin. Piştre xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat kuştin û cenazeyê wî hat dîtin Maside Ocak, bertek nîşanî polîsan da û got: “Ger hûn destûrê bidin em li Qada Galataarayê daxuyaniyê bidin tu pirsgirêk û alozî dernakevin." Lê polîsan got "Têkevin hundir" û xwe aciz kirin. 
 
‘HEM HÛN WINDAYAN NADIN Û HEM JÎ HÛN ASTENG DIKIN'
 
Dayika Murat Yildiz ê di 23'ê sibata 1995’an de hat binçavkirin û windakirin Hanife Yildiz jî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Bi zextan û dorpêçê ev pirsgirêk çareser nabe. Ev çawa mirovahî ye? Ev der Komeleya Mafên Mirovan e. Hûn qala heq û hiqûqê dikin, lê hûn bi ser komeleya mafên mirovan de digirin û dorpêç dikin."  
 
‘LÊGERÎNA EDALETÊ ÇI ZERARÊ DIDE WE?' 
 
Birayê Cemil Ksrbayir ê di 12'ê îlona 1980'yî de di bin çavan de hat windakirin û windakirin,  Mikail Kirbayor jî bang li polîsan kir û got: "Dibe ku yên winda dayik bav û xwişka te be. Em li mafê xwe digerin. Em li xwişk, bira û xizmên xwe digerin. Em li edaletê digerin. Em li rastiya ku dewletê veşartiye digerin. Cihê me qada Galatasarayê ye. Em li edaletê digerin çi zerar û metirsiya wê heye?" 
 
‘EM TENÊ EDALETÊ DIXWAZIN'
 
Xuşka Kirbayir Fatma Kirbayir jî got: “Birayê me Cemil Kırbayır bibînin. Em ne mecbûrin li vir bi were rû bi rû bibin. Ez ji bo hestiyê birayê xwe hatim vir. Tu karê me û we bi hev tune ye. Em tenê edaletê dixwazin. Bila dayik negirin. Bila dakiyên we jî negirin." 
 
TUNDÎ LI GUNDIYAN KIRIN
 
Vê hefteyê aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettin) Yurtseven ê di 27'ê Cotmeha 1995’an de hat windakirin pirsîn. Keça Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin Besna Tosun daxuyanî da. Tosun, diyar kir ku îktîdara îro tu eleqeya wê û serdestiya hiqûqê tune ye. Tosun, anî ziman ku daxwazên wan ên edaletê 8 hefte ye bi zexta polîsan tê asteng kirin û ev yek rê li pêş felaketek mezin vedike. Di 27'ê Cotmeha 1995'an de eskerên Tabûra Kobando ya Geverê ku di bin fermana Serdar Mehmet Emin Yurdakul de tev geriyan, bi ser gundê Agaçli yê Geverê de girtin. Eskeran di serdegirtina gund de zextên mezin li gundiyan kirin. Îşkence li welatiyan kirin. Esker dema ji gund vegeriyan gundiyê 73 salî Abdulkerim ( Şemsettin) Yurtseven, ciwanê 18 salî Mikdat Ozeken û zarokê 13 salî Munur Saritaş ên êzing kom dikirin binçav kirin û bi xwe re birin. Birin Tabûra Cendirmeyan a Geverê. " Piştre agahî ji Yurtseven, Ozeken û Saritaş nehat girtin. Piştî bûyerê li gel îfadeya şahidan û rapora Susurlukê ya Meclîsê jî di 12'ê mijdara 1999'an de bi sedema delîl kêm in, bersûc beraet kirin. Serlêdana malbatê ya îtîrazê jî li dadgeha bilind hat redkirin. Malbatê doz birin DMME'e. Doza li DMME'ê di 18'ê Kanûna 2003'an de bi encam bû. AKP'ê suc qebûl kir û tazmînata DMME'ê jî qebûl kir. Di ser windakirina Abdulkerim (Şemsettin) Yurtseven, Mikdat Ozeken û Munur Saritaş re 23 sal der bas bûn. Em edaletê dixwazin û dixwazin berksûc bên cezakirin. Heta em encamê bistînin em dest ji qada Galatasarayê bernadin." 
 
'EM QADA GALATASARAYÊ DIXWAZIN'
 
Dayika Nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993'an de hat windakirin Zubeyde Tepe jî axivî û got: “Em Qada Galatasarayê dixwazin. Em li wir derb kirin. Kurê min nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Gotin PKK'ê revandiye. Lê Tugaya Tolhildanê ya Tirk kurê min revandin û kuştin. Em dipirsin çima heta niha kujer nedîtine? Me edalet xwest."
 
Keça Ahmet Kaya yê di sala 1996'an de hat windakirin Emine Kaya jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û xwest her kes tev li çalakiya wan bibin û piştgiriyê bidin çalakiya wan. 
 
7 HEFTE YE ÇALAKÎ TÊ QEEXEKIRIN
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 700'î de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bi girseyî berdewam bikin, lê bi fermana Wezareta Karên Hundir Suleyman Soylu çalakî li dayikên şemiyê hat qedexekirin. Ji hefteya 700'î heta niha 7 hefteye Qada Galatasarayê li çalakiyên Dayikê Şemiyê hatiye qedexekirin û qad di bin dorpêça polîsan de ye. 
 
 
 
 

Sernavên din

17/10/2018
09:12 ‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'
09:12 Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in
09:10 'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin'
09:09 ‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin'
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
16/10/2018
17:14 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin
17:12 Daxwaza berdana Guven hat redkirin
17:08 Îdîaya rastî daneyên kuştina rojnameger Kaşikçi hatin
16:45 Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin
16:21 Raportora PE Katî Pîrî HDP’ê ziyarfet kir
16:00 Li Hênê operasyon: Rêyên gundan girtin
15:30 Girtiyên doza Nisêbinê tecrîd şermezar kir parastin nekirin
15:25 Cenazeyê Dûrgûn hat definkirin
15:16 KA.DER dest bi ‘Akademiya Rêveberiyên Herêmî’ dike
14:31 Karkerên Şaredariya Aydinê 100 rojin têdikoşin
14:30 Temellî li Colemêrgê ye: Em ê bi hevre vê tabloyê biguherîn in
14:00 ÎHD: Bila KHK’ya jimara 695’an bê betalkirin
13:45 Buldan: Divê teqez em tecrîdê bişkînin
13:40 H.K. a polîsên sîvîl ew binçav kirin: Ewlekariya canê min tune ye
13:21 Bajarê ji tarîtiyê ber bi roniyê ve diçe: Reqa
13:01 Şandeya HDP’ê çû Taxa Çemê Elîka
12:48 Di 24 saetan de 4 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:17 Li Lîcê muxtarek hat girtin
11:55 Parêzerên Ocalan cara 755’an serî dozgeriya Bûrsayê dan
11:19 Cenazeyê Îbrahim Durgun 3 meh şûnde dan malbatê
11:07 Selçûk Kose li Meletiyê hat veşartin
10:44 Taşdemîr: Mexdûriyeta jinan bêqîmet dikin
10:24 Serokên 4 şaxên Halkevlerî hatin binçavkirin
10:05 Li traktora li pêş meclisê ranewestiya gule reşandin
10:02 Esnafên Tûzla: Bi zeman zilmê dikin
09:55 Guney: Divê têkoşînek bi giştî li dijî faşîzma civakî bê dayîn
09:09 Destana bi dehan sal berê, bi dengê wî dîsa zindî dibe
09:08 Kedkarên tenduristiyê: Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin
09:07 Karkerên mexdurê qeyûmê: Paqijkirina qeyûm ji bo me rûmet e
09:06 Komir ji sedî 80 biha bû
09:05 Bav: Ji ber kurê min rastî îşkenceyê hat min kurê xwe nas nekir
09:05 Ji ber krîzê êdî kes nikara zebze û fêkiyan bikire
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2018'AN
15/10/2018
18:00 KESK: Bila berî butçeyê peymanek tomorî ya rast çêkin
17:19 DÎSK-AR: 6 milyon kes bêkar in
16:49 Nekarîbû deynê xwe bide întihar kir
16:39 HDP: Di salek dawî de çend kesan ji ber krîza aborî întîhar kir?
15:42 Di Doza Nisêbînê de Ocalan û rêveberiyên xweser hatin parastin
15:28 Temellî: Fikira Ocalan pêş xist tu car nayê tecrîdkirin
14:35 Li Kîlîsê eskerek bi guman hat kuştin
14:30 Kurtulan: Dawiya tirsê tuneye, dê HDP bi ser bikeve
13:35 Wekila HDP'ê Guzel xwest meclîs êrîşa li dijî Amedsporê lêkolîn bike
13:28 Ji bo Idlîbê ji Sûriyeyê hişyarî: Emê bêdeng nemîn in
13:01 Suleyman Soylu 259 keya ji peywirê girt
12:18 HDP dê 20'ê Cotmehê starta hilbijartina rêveberiyên herêmî bide
11:49 Kurkçu: Hilbijartina şaredariyan meseleya rûmetê ye
10:55 Serokê Baroya Amedê Aydin: Dem dema Baroya Amedê ye
10:54 Operatorê di bin forkliftê de ma jiyana xwe ji dest da
10:32 Beştaş: Her kêliya Guven a li girtîgehê li dijî hiqûqê ye
10:09 Alkoçlar ji bo otela 70 salan konkordato xwest
09:46 'Dijberiya Kurdan xelek e di stûyê wan de'
09:05 Pekoz: DYA nikare bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê bazarê bike
09:04 'Bila jin netirsin binivîsin'
09:04 Derhêner Ergul: Li dijî talankirina Heskifê bêdeng nemînin
09:04 ‘Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin'
09:03 Akyol: Wezareta Xebatê divê ne li gel patronan li gel karkeran rûne
09:03 CÎSST: Li kawîşa 12 kesan 30 girtî dimînin
09:03 'Sedema cînayetên jinan bêceza hiştin e'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2018'AN
14/10/2018
20:44 SYKP'ê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
20:23 Karkerê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
19:58 Baroya Amedê ji bo serokatiyê Prz Cihan Aydin hilbijart
18:09 ‘Kurdî zimanê helbestan e, bi rakirina medreseyan helbestkariya kurd darbe xwar'
18:00 Rojnameger Bagdu li ser tirba xwe hat bibîranîn
17:39 Koçyîgît: Em îtîrazên xwe bikin yek
15:53 Aktîvîsta TJA Çerçel hat binçavkirin
14:13 Di qezaya li Colemêrgê de 2 zarok mirin
14:04 'Em dê li dijî girtiyan hêza xwe xurt bikin'
14:03 HDP’ê li Çukurova Konferansa Ciwanan pêk anî
12:43 Li Hîzanê qedexeya kolanan hat îlankirin
12:20 Karadag: Li Tirkiye duh cemaet bû îro hikûmet e
11:58 Parlamenterên jin ên HDP’î: Em ê bi vînek bihêztir beşdarî hilbijartinê bibin
11:35 Biryara binçavkirina Aydogdu yê krîza dil derbas kir rakirin
11:28 Ewil 'komîserê TEM'ê' geriya û piştre binçav kirin
10:50 ‘Me Mînbîc ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê nedin tu hêzên dagirker’
10:35 Kamyona penaberan qulipî: 22 penaber mirin
10:35 Hevseroka HDP’ê ya Amedê: Emê bi hêztir beşdarî hilbijartina herêmî bibin
10:32 'Qeyûm dê deynê xwe hilgirin û biçin'
09:11 Endamê Navendî ya FHKC'ê Abu Ali Hasan: Kurd dê taliyê mafê xwe bistînin
09:09 Kirkaya: Çapemeniya kurd di hedefa hemû îktîdaran de ye lê dîsa jî rêwîtiya heqîqetê nayê sekinandin
09:07 Mehmet Ocalan: Çi dikin bila bikin, lê dê tecrîd bê pûçkirin
09:06 Hewaya Êlihê tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dike
09:04 Derûniya zarokê ku kûçikê qeymeqam ew gez kir nebaş e
09:02 Gurkan: Binçavkirin û girtin nexşerêya hikûmetê ye
09:00 ‘Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2018'AN
13/10/2018
20:24 Li girtiyê nexweşîna Wernicke-Korsakoff lê peyda bûye muayeneya bi kelemçekirî tê ferzkirin
17:34 Aydogdu yê dibin çavan de krîza dil derbas kir dibin çavdêriyê deye
16:03 Birûskê li herêma operasyonê xist: 4 leşker birîndar bûn
15:37 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Akbaş bê berdan
15:21 Temellî: Heta Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bidome
15:20 Ozturk: Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be
Yuksekdag: Faşîzmê nekarîbû vîna me bişkîne
14:54 Li Amed û Êlihê aqûbeta windakiriyan hat pirsîn
14:53 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta 11 welatiyên Pasûrê pirsî
14:27 Rojnameger Bagdu hat bibîranîn