MÊRDÎN - 4’emîn danişîna doza 53 kesên ku di qedexeya li Nisêbînê de piştî hatin tahliyekirin, hatin girtin; dê di 15’ê cotmehê de tê dîtin. Daxwaza girtiyan a dîmenên îşkenceya li wan hatiye kirin li dosyayê zêde bikin, hat redkirin.
Li Nisêbînê dema qedexeya derketina derve dewam dikir, di 26’ê Gulana 2016’ande 53 kesên hatibûn tahliyekirin û hatibûn girtin. Danişîna 4'emin a doza wan dê di 15’ê cotmehê de bê dîtin. Kesên girtî li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya li salona konferansê ya Midûriyeta SGK’ê tên darizandin. Dozger der barê wan de 76 carî cezayê ‘muebeta giran’ dixwaze. Di rûniştina yekem a di meha çile de pêk hat de girtiyan diyar kirin ku ew îdianameya piştî îşkenceya li wan hatiye kirin qebûl nakin û di parastinên xwe de îşkenceya di bin çavan de li wan hatibû kirin vegotin. Hem girtiyan û hem jî parêzeran ji bo îşkenceya ku dîtibûn serlêdana sûc kirin û ev serlêdan di dosyaya wan de bêyî hincet biryara ‘veşariyê’ danê. Heta niha tiştek li dozyayê nehatiye zêdekirin. Daxwaza parêzeran a bila dîmenên îşkenceyê jî li dosyayê bên zêdekirin red kirin. Hat hînbûn ku beriya doza di 15’ê cotmehê de tê dîtin hinek girtî ji girtîgehên ku diman anîne Mêrdînê.