MÛŞ - Bavê 4 zarokan Yûsûf Ok ê li Gimgimê, ligel ku ji wesayîtê peya bû, destên xwe bilind kir û xwest teslîm bibe jî, ji maşîneya zirxî gule lêhat reşandin û kuştin, li gundê xwe hat definkirin. Cendirmeyan destûr nedan kes bikeve gund û li muxtarên gund geriyan û ji wan xwestin ku mala teziyê û mizgeftê venekin.
Cenazeyê bavê 4 zarokan Yûsûf Ok ê li gundê Înalî ya navçeya Gimgimê ya Mûşê, ligel ku ji wesayîtê peya bû, destên xwe bilind dike û dixwaze teslîm bibe jî ji maşîneya zirxî gule lê tê reşandin û kuştin, ji Morga Saziya Tipa Edelî ya Meletiyê (ATK) hat girtin. Malbatê cenazeyê Ok anîn Gimgimê û destûr nehat dayîn ku Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûşê Şevîn Coşkun beşdarî merasîma cenaze bibe û leşkeran gundê Ok Yilanli kirin ablûkeyê. Leşkeran ji derveyê malbatê destûr nedan kes bikevin gund û malbatê cenazeyê kurê xwe Ok defin kir.
Hat diyar kirin ku cendirmayan li muxtarên gund geriyane û ji wan xwestine ku mala teziyê û mizgeftê venekin û gefa "Ger hûn teziyê danîn em ê mûdaxile bikin" li gundiyan xwarin.