WAN - Ji 40 kesên ku li 6 bajarên navenda wê Wan bû, hatin binçavkirin, 3 jê muhtar 15 kes hatin girtin.
Di operasyonên Stenbol, Sakarya, Bûrsa, Çanakkale û Antalya yên navenda wê Wan de 40 kes hatibûn binçavkirin. Ji 40 kesên hatibûn binçavkirin 15 kes bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Polîsan di 11 û 12'ê Cotmehê de bi ser gelek malan de girtibûn, muxtarên taxan jî dinavê de 40 kes binçav kiribûn. 40 kesên lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, sewqî dozger hatin kirin. Ji 40 kesên sewqî dozger hatin kirin 25 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 jê muxtar 15 kes hatin girtin.