ŞIRNEX - Li Şirnexê, maşîneya zirxî ya leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya qelibî û 12 leşker birîndar bûn.
Li bajaroka Dêrgûlê ya dinavbera navçeya Cizîrê û navenda Şirnexê de, maşîneya tîpa Kîrpî ya leşkerî dema ji operasyonê vedigeriya di saetên şevê de qelibî. Di qezaya rû da de 12 leşker birîndar bûn. Li ser agahiya welatiyên derdorê ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Deweletê ya Şirnexê.