EDENE – Di ser cinayeta belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû ku DAIŞ'ê ew kuşt re 4 sal derbas bûn, lê hîn jî tu gavên hiqûqî nehatiye kirin. Parêzerê malbatê Tûgay Bek, destnîşan kir ku perspektîfa siyasel ji bo cinayetên bi vî rengî astengiyê dide der.
Li Taxa Ova ya semta Şakîrpaşayê ya navçeya Seyhan a Edeneyê, di 14'ê Cotmeha 2014'an de belavkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Kadrî Bagdû dema bi dûçerxeya xwe rojname belav dikirin bi çekê hat kuştin. Di ser cinayeta Bagdû re 4 sal derbas bûn lê belê hîn jî gavek nehatiye avêtin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ji bo vê cinayetê got "ne teror e, bûyereke edlî ye" û dosyeya cinayetê xist nav ên kiryar nediyaran. Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek destnîşan kir ku dozgeriyê ji bo vê yekê tu tişt nekiriye.
'CINAYET JI BER PERSPEKTÎFA SIYASÎ NAYÊ ÇARESERKIRIN'
Bek, bi bîr xist ku di dema çalakiyên ji bo Kobaniyê de li Edeneyê DAIŞ'ê 3 kes kuştin û DAIŞ'ê ev yek qebûl kir û delîlên di dosyeyê de sabît in, lê belê dozgeriyê hersê cinayet wekî "ne teror e, bûyereke edlî ye" nirxand. Bek destnîşan kir ku ev cinayet ji aliyê heman hucreya rêxistinê ve pêk hatine û dosye ji aliyê buroya cinayetê ve tê birêvebirin û dozgeiyê jî ew xistine nav dosyeyên kiryar nediyaran. Bek got: "Kesên li bajarê me van fealiyetan bi rê ve dibin jixwe hayê emniyetê ji wan heye û li gor wê fealiyetên xwe bi rê ve dibin. Ger lêkolîn bê kirin dê kiryarên vê cinayetê derkevin holê. Em wisa difikirin ku perspektîfa siyasî li ber van cinayetan astengiyê dide der."
'KESEK JÎ NEHAT GIRTIN'
Bek, diyar kir ku Servet Koçê ku di sala 217'an de Yûsûf Guldîren kuşt, ji bo malbata Bagdû li xwe mikur hat û li ser vê mikurhatinê wan gelek caran serî li dozgeriyê daye. Bek, bilêv kir ku mirov bi beyanên şahidên nepen tên girtin, lê belê di cinayeta Bagdû de tevî ku îfadeyên şahid hene jî kiryar nehatine girtin. Bek got: "Me qeydên van dîmenan dan emniyet û dozgeriyê. Me xwest dozger ji bo vê lêkolînan bike. 2 sal derbas bûn. Di vî du salî de me gelek daxwazname dan, lê belê ancax di meha Gulanê de îfadeya hin kiryaran hat girtin. Paşê em hîn bûn ku ev îfade di dosyeyeke li Kadîrliyê tê birêvebirin de hatine bicihkirin. Îfade hene, lê dîsa jî kesek nehatiye girtin."
'DAIŞ'Ê KIR LÊ DIXIN STUYÊ PKK'Ê'
Bek, bal kişand ser cinayetên DAIŞ'ê yên li Edeneyê û got: "Ji bo van cinayetên ku têkiliya wan bi hev re heye emniyetê bersiveke ecêb dabû. Hat îdiakirin ku 'alîgirên PKK'ê' Ahmet Albay kuştiye. Halbûkî doz li endamê DAIŞ'ê Mûrat Erciyes hat kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê biryar da ku Erciyes ev cinayet kiriye. Îdianame heye, lê di malpera emniyetê de hîn jî tê gotin 'Alîgirên PKK'ê kiriye.'"
'LI GORÎ DOZGER BI ŞAŞÎ ÇEK BERDAYE'
Bek, bal kişand ser mutalaaya ku di dadgehê de ji bo endamê DAIŞ'ê Mûrat Erciyesê ku Ahmet Albay kuştiye û diyar kir ku di mutalayê de hatiye gotin ku di dema bûyerên Kobaniyê de derdorên muhafazakar xwestiye xwe biparêzin û ji bo vê daketine kuçeyê û Mûrat Erciyesê ku di dest wî de tiving hebûye jî, bi şaşî berdaye welatiyê ku dar di desta de bûye û ji hember hatiye. Bek got, meqama îdiayê di mutaalayê de xwestiye Erciyes bê berdan.
Bek, anî ziman ku lê belê dadgehê 18 sal ceza li Erciyesê DAIŞ'î biriye. Bek destnîşan ku cezayê hatiye birîn ne tu ceza ye û got: "Lê em di vir de jî dibînin dixwazin çeteyên DAIŞ'ê fihêl bikin, çalakiya wan wekî çalakiyeke rewa nîşan bidin û cezayê lê hatiye birîn jî ne ceza ye, xelat e. Dadgehên ku cezayên wisa didin, di cinayeta Kadîr Bagdû de naxwazin cinayetê çareser bikin. Loma dosye xistine nav ên kiryar nediyaran. Servet Koç wê demê li ser înternetê ji kurê Bagdû re nivîsandiye tiliya kê di vê cinayetê de heye. Ji ber dizanibû em ê van tiştan bidin dadgehê nivîsandiye. Lê heta niha ev tişt esas nehatine girtin. Em nizanin niha Servet Koç li kuderê ye û çi dike. Lê em dizanin wê çaxê li Sûriyeyê xizmeta çeteyên DAIŞ'ê dikir."
MA/Cemil Ugur- Hamdullah Kesen