* Şêniyên Taxa Derbentê diyar kirin ku piştî li taxa wan stasyonên bazê hatine çêkirin, nexweşîna pençeşêrê li wan peyda bûye û ji bo rakirina stasyonên bazê kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Mehteber Demîr ku pençeşêr lê peyda bûye got: "Ji bo bêrîka hin kesan tije bibe, em naxwzin bimirin."
* Li Êlihê darên ku tê diyarkirin beriya çen sedsal berê ezîzekî ermenî çandine, niha veguherîne daristaneke pîroz. Navê vê daristanê Ziyareta Omê ye û kes darên wê jê nake.
* Kedkarên bi KHK'yan hatin mexdûrkirin diyar kir ku kîjan roj be jî ew ê dîsa biçin ser karê xwe û gotin: "Lê dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?"
* Di ser cinayeta belavkarê rojnameyê Kadîr Bagdû ku DAIŞ'ê ew kuşt re 4 sal derbas bûn, lê belê hîn jî tu tiştek nehatiye kirin. Parêzerê malbatê Tûgay Bek, destnîşan kir ku perspektîfa siyasel ji bo cinayetên bi vî rengî astengiyê dide der.
* Baroya Amedê dê 46'emîn kongreya xwe li salona Navenda Çandê ya Cegerxwîn pêk bîne. (09.00)
* Li Amed û Êlihê ÎHD û xizmên windayan dê çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" pêk bînin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 707’an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê têkildarî kuştina rojnameger Kadrî Bagdu, li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çameniyê. (12.30)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 342'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê li Salona Dawetê ya Çamlikê bi tevlebûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli û siyasetmedar Ahmet Turk 2'emîn kongreya xwe pêk binin. (11.00-17.00)