ÎZMÎR - Dadgehê 3 sal û meh û 15 roj ceza li keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson birî û cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat betal kir.
Rewşa keşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson di navbera Enqere û Washîngtonê bibû sedema rageşiyekê. Îro di doza Brunson de ku di hat xwestin 35 sal ceza lê bê birîn, dadgehê biryara xwe daxuyand. Di doza ku li Kampusa Saziyên Înfazê ya Girtîgeha Alîagayê de pêk hat de, sê şahidan îfadeyên xwe yên li ser Brunson bi paş ve kişandin û hevdu tawanbar kirin.
Piştî îfadeyên şahidan, dozger mutalaaya xwe berpêşî heyeta dadgehê kir û xwest biryara şertê venêrîna edlî bê betalkirin û bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ji 5 salan heta 10 salan ceza li Brunson bê birîn. Paşê dadgehê biryara xwe daxuyand û 3 sal û meh û 15 roj ceza li Brunson birî û cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat betal kir.