STENBOL - Dayika Şemiyê Sabriye Maltû ku got "hîn jî qîrîna kurê min a di dema îşkenceyê de di guhê min de olan dide", bi heyecaneke mezin li benda wê rojê ye ku biçe Qada Galatasarayê. Maltû got: "Hîseke wisa li min peyda dibe, wekî ku min Mehmetê xwe li wir hiştiye."
Sabriye Maltû (70) ku kurê wê di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê hat kuştin, piştî 20 salan şûnde Dayikên Şemiyê nas dike û ji roja ku wan nas dike, her hefte keça wê wê dibir Qada Galatasarayê. Lê ji ber ku sala çûyîn nexweş ket êdî nikare biçe Qada Galatasarayê. Lê dema Maltû diyar kir ku dema wê bihîstiye çalakiya Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin pir li ber ketiye û li benda wê rojê ye ku dawî li qedexekirinê bê û biçe Qada Galatasarayê.
Mehmet Şîrîn Maltû zarokê herî biçûk ê malbata Maltûyê bû ku li mezrika Zediya ya navçeya Hezo ya Êlihê dima. Leşkeran di 31'ê Çileya 1995'an de avêt ser mala Maltû û Mehmet şîrîn Maltû derxistin derve. Leşkeran saet heta 4'ê sibê li qada gund Maltû îşkence kirin û dengê wî li her derê gund dihat bihîstin. Lê dema leşkeran avêt ser mala Maltû, malbata wî hemû xistin serşoyê û derî li ser wan qefil kirin. Wexta leşkeran Maltû îşkence dikirin, malbata di serşoyê de hatibû ragirtin dengê wî dibihîst. Piştî îşkenceyê leşker Maltû bi xwe re dibin.
KESÎ ŞAHIDÎ NEKIR
Hevjînê dayika Sabriye Maltû, wexta Mehmet Şîrîn di nava wê de ye, dimire û ji bo li kurê xwe bigere serî li qereqola cendirmeyan dide. Lê belê her ku ji bo kurê xwe serî li qereqolê dida jê re digotin kurê wê nehatiye binçavkirin. Li ser vê dayik Maltû serî li dozgeriyê dide û dozgerî jê du şahidan dixwaze, lê belê kes nebû şahid. Halbûkî gundî hemû hay ji îşkencekirin û birina Maltû hebûn, lê ditirsiyan. 23 sal in dayik Maltû nizane kurê wê li kuderê ye.
‘HÎN JÎ QÎRÎNA WÎ DI GUHÊ MIN DE OLAN DIDE'
Dayik Maltû wiha behsa kurê xwe kir: "Biçûkê malê bû. Pir baqil bû, jêhatî bû. Zirara wî li kesî tune bû. Dema karê xwe diqedand dihat malê. Kurê min birin. Hevalê wî di bin çavan de ew dîtiye û dema di bin çavan de ye kurê min tasek av dixwaze, lê dema avê didê polîs pehînê li destê wî dixin û şîşeya di dest wî de dişikînin. Em ne li bajêr bûn. Ma dê mirov çawa li gund wind abibe. Bi dest wî girtin û birin. Paşê dibêjin 'me ew nebiriye.' Hîn jî qîrîna kurê min a di dema îşkenceyê de di guhê min de olan dide. Doza çi li kurê min kirin, çi jê xwestin?"
‘HETA SAX BIM EZ Ê LÊ BIGERIM'
Maltû, anî ziman ku 23 sal in ew di şînê de ye û got: "Dawetên me çêdibin, hindik be jî em dikenin. Paşê kurê min tê bîra me. Wek roja berê em diêşin. Tim li bendê me ku dê bê. Heta sax bim ez ê lê bigerim. Dixwazim hay ji aqûbeta wî hebim. Ger gorek me hebûna belkî min ev rewş qebûl bikirana. Bila ji me re bêjin. Dixwazim kesên wî winda kirin hesab bidin. Doza edaletê dikim. Aştiyê dixwazim. Xwedê vê êşê neke para kesî."
‘DEMA DIÇIM QADA GALATASARAYÊ...'
Maltû di sala 2007'an de mala xwe ji Êlihê tîne Stenbolê û piştî çend salan şûnde Dayikên Şemiyê nas dike. Maltû, bi bîr xist ku paşê wê wêneyê kurê xwe hilgirtiye û berê xwe daye Qada Galatsarayê û got: "Roja înê êavrî ji kêfan xew bi çavê min nediket. Te digot qey ez ê kurê xwe bibînim. Dema ji wir dihatim malê hîseke wek ku min Mehmetê xwe li wir hiştiye û hatime li min peyda dibû. Heta sala çûyîn jî tim diçûm. Niha keça min emeliyat bûye. Bi zorê dimeşe. Ji ber ku kes tune min bibe, nikarim biçim. Lê tim temaşe dikim."
Her wiha Maltû bertek nîşanî qedexekirina Qada Galatasaryê jî da û got: "Kesên li wê qadê rûdinên hemû li zarokên xwe digerin. Tenê doza hestiyên wan dikin. Dixwazin kujer hesab bidin. Ev dewlet doza çi li me û zarokên me dike. Ji bo çi zilm û îşkenceyê li medike." Maltû got, ew li benda wê rojê ye ku dîsa biçe Qada Galatsarayê.
MA / Melike Ceyhan