* Omer Namoglû ku 27 salan wekî karmend di Şaredariya Colemêrgê de xebitî û bi KHK'ê hat îxrackirin, ji bo debara xwe bike tevî hevjîna xwe li herêma Berwariyê darên gûzan dihejîne û gûzan berhev dike.
* Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan da ku gotibû "em ê qeyûm tayîn bikin" û got: "Dê gel li ser sindoqê bersivê bide. Çimkî gel mexdûriyeta dibîne û ji bo bersivdayînê li benda sindoqa ye."
* Dayika Şemiyê Sabriye Maltû ku got "hîn jî qîrîna kurê min a di dema îşkenceyê de di guhê min de olan dide", bi heyecaneke mezin li benda wê rojê ye ku biçe Qada Galatasarayê. Maltû got: "Hîseke wisa li min peyda dibe, wekî ku min Mehmetê xwe li wir hiştiye."
* Hosteyê mobîlyayê Mehmet Tûtûş, destnîşan kir ku malzemeyên sektora wan di 6 mehan de ji sedî 60 biha bûn û got: "Ger wisa dewam bike, em ê ji mecbûrî derabeyên xwe deynin."
* Hat îdiakirin ku Yîgît Usteyê 18 salî ku li Torbaliya Îzmîrê hatiye binçavkirin û paşê hat girtin, berî ku wî bibin emniyetê wî birine daristanekê û li wir 6 saetan hatiye îşkencekirin û sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Malbat dê polîsan gilî bike.
* Li Egeyê, di operasyonên 10 mehên dawî ên li hemberî rêveber û endamên HDP'ê de 802 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Semra Ûzûnok, diyar kir ku partiya wan li ser piyaye û got: "Her ku îktîdara heyî li dara HDP'ê dixe dibê qey ê tov biweşin, lê xwe dixapîne. Her ku lêdide tov şîn dibin."
* Yekîneya Taybet a Hêza Amade ku ji 20 kesan pêk tê, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edeneyê Fîkret Kara û Hakan Încî yên girtî derb kirin. Dayika Fîkret Kara Naime Kara, bang li cemaweriyê kir û xwest her kes hestiyar nêzîk bibin
* Piştî ku kaxez û qalibên çapkirinên ji sedî 300 zem xwarin, rojnameyên herêmî yên li Dîlokê hindik maye weşandinê rawestînin.
* Danişîna doza derbarê parêzerên bi armanca serbestberdana hempîşeyên xwe yên girtî yên li ber Edliya Çaglayana Stenbolê di hefteya yekemîn a "Nobeta Edaletê" rastî mudaxileya polîsan hatibûn hat vekirin de, dê li Dadgeha Cezayê Edlî ya 50'emîn a Stenbolê bê dîtin. (11.30)
*Rêxistinên kedê, rêxistinên pîşeyî, sendîkavan û rêxistinên girseyî, dê derbarê girtin, binçavkirin û faliyetên sendîkavanên Balafirgeha 3'yemîn de, li Odeya Bijîşkên Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)
* Berdevkê HDP'ê Sarûhna Olûç, dê derbarê rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
*Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, dê rapora binpêkirinên mafan a 3 mehan li avahiya komeletê ji raya giştî re eşkere bike. (12.30)